Korkût Eken: Ez ji bo fealiyetên PKK'ê vekolim çûm QibrisêParêzer Raynar: Welatê ferxik bûye koncala ferxik 2021-06-04 09:00:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Sedat Peker, diyar kiribû ku tiliya Korkût Eken di cinayeta Kûtlû Adali de heye. Eken jî di parastina xwe de gotibû, "Ji bo kar û barên PKK'ê vekolim çûbûm Qibrisê." Parêzerê ji Bakurê Qibrisê Tacan Reynar, destnîşan kir ku parastina Eken ne rast e û got: "Welatê ferxik, veguheriye koncala ferxik."  Rêvebirê çeteyan ên girêdayî dewletê Sedat Peker, di mikurên xwe yên derbarê têkiliya dewlet-mafya-siyasetê de bal kişandibû ser kuştina rojnamevanê qibrisî Kûtlû Adali jî û piştî vê mikurê birayê wî Atîlla Peker jî plana kuştina Kûtlû Adali aşkere kiribû û gotibûn tiliya Korkût Eken tê de heye. Korkût Eken jî di parastina xwe de gotibû, "Ji bo kar û barên PKK'ê yên li wir vekolim çûbûm Qibrisê û min li wir çend rojan hin lêkolîn kiribûn."    Em têkildarî vê bûyerê û pêvajoya hiqûqî ya vê bûyerê, bi parêzer Tacan Reynar re axivîn.    Parêzer Reynar ku Qibrisa baxçeyê paş ê Tirkiyeyê şiband "koncala ferxik" anî ziman ku aşkerebûna fealiyetên xeyrî meşrû yên wekî cinayeta Kûtlû, girêdayî Tirkiyeyê ne, ji lew re mafê gotinê yê qibrisiyan pir tune ye.    TENÊ ROJNAMEVAN DIPIRSIN    Parêzer Tacan Reynar, bibîr xist ku di sala 1996'an de ji bo cinayeta Kûtlû Adali li Meclîsê komîsyonek hatiye avakirin, lê belê komîsyonê tiştek bi dest nexistiye. Reynar, diyar kir ku niha tenê rojnamevan hewl didin xwe bigihînin şahid û polîsên wê demê û dixwazin hin agahiyan bi dest bixin. Reynar got: "Li Qibrisê dewlet û polîs tu tiştî nakin. Tenê rojnamevan hewl didin. Niha bi qasî agahiyên bi dest me ketine, wê çaxê ji polîsên wê demê re gotine, 'Bila kes serê xwe bi vê bûyerê re neêşîne, bila ser wê bê girtin û ji cihê hûn lê dixebitin biçin.' Peywirdarên dewletê yên wê demê, dizanin tiliya kê di vê cinayetê de heye. Jixwe qibrisî baş dizanin ku kuştina Kûtlû Adali karê dewleta kûr e û wê demê nîqaş dikirin. Ji bo me jî, navên nû zelal bûne."    TU TIŞT NAYÊ KIRIN   Reynar, destnîşan kir ku derbarê vê cinayeta aşkere wekî Tirkiyeyê, daraza Qibrisê jî tu tiştî nake û destpêka vê li Enqereyê ye. Reynar got: "Mixabin, çi polîs çi jî dozgerî heya niha tiştek nekirine. Ma dikarin bikin? Çapemeniya me vê pirsê dike. A rast rojeva me jî ev e. Gelo dê li Bakurê Qibrisê ji bo zelalkirina vê bûyerê tiştek bê kirin yan na. Em jî difikirin. A rast hêla wê ya Tirkiyeyê girîng e. Dê çi qasî samîmî bin? Dê ji bo zelalkirinê helwestek bê danîn an na? Em ê di pêşerojê de bibînin. Lê heger kiryar li Tirkiyeyê bin û ev sûc li Tirkiyeyê hatibe plankirin, helbet a girîng Tirkiye ye ji bo çareserkirinê. Ev kes li Tirkiyeyê ne, lewma divê kiryaran zevt bikin û lêpirsînê bidin destpêkirin. Hat destpêkirin, lê divê encamek wê hebe. Nebawer im niha Qibris karibe tiştekî bike. Ji lew re ji xeynî polîsên wê demê kesên biaxivin tune ne. Kiryar li Tirkiyeyê ne û divê Tirkiyeyê xwe bigihîne encamekê."    Reynar, da zanîn ku polîs û eskerên Qibrisa Bakur hemû girêdayî Tirkiyeyê ne û ji bo pêvajoya darazê ya Qibrisê jî ev tişt gotin: "Girêdayî eskerên Tirkiyeyê yên li Qibrisê ne. Xeleka ferman bi vî awayî ye. Niha, polîsên ku divê tahqîqatê bikin, girêdayî eskeran e. Helbet di Qanûna Bingehîn de jî xala 10'emîn heye, lê ev xaleke demborî ye. Di vê xalê de tê gotin, ewlehî hemû di destê Tirkiyeyê de ye. Yanî tu mafê gotinê yê tirkên Qibrisê tune ye. Li Tirkiyeyê tahqîqat di destên dozgeran de ye, lê Qibrisê hemû peywira polîsan e. Polîs jî girêdayî eskeran e. Esker jî girêdayî Enqereyê ne. Lewma li Qibrisê di pergaleke wiha de ne mimkun e ku mirov li edaletê bigere û li bendê be."    ‘LI QIBRISÊ TU FEALIYETEKE TIRKIYEYÊ TUNE YE'    Parêzer Tacan Reynar, ji bo parastina Korkût Eken jî ku gotibû "ji bo fealiyetên PKK'ê vekolim çûbûm Qibrisê" jî nirxand. Reynar ji bo vê got: "Gava em li şert û mercên wê çaxê mêze dikin, ez bawer nakim ku PKK li Qibrisê çalak be. Ev fikira min a şexsî ye. Gava em li daneyên di vî warî de mêze dikin jî, em di darizandinên dadgehan de pir kêm leqayî vê tên. Yanî 'fealiyetên terorîstan' ên wisa berbiçav û wekî tê gotin tune ne. Piranî, darizaninên ji ber fealiyetên xwendekaran ên wekî hilgirtina alayan, pirtûk filan bêvan in. Ji xeynî vê tiştek tune ye. Yanî îfadeya Korkût Eken, îfadeyeke enteresan e. Dibêje, 'Em ji bo PKK'ê çûn wir, me yê lêpirsîn bikira, ji bo vê îstixbarat hebû.' Ev tişt li Serokatiya Parastina Sivîl  hatine nîqaşkirin. Serokatiya Parastina Sivîl jî, ew û Tirkiyeyê eynê ne. Parastina Sivîl; di dema şer, erdhejê de alîkariya mirovan dike û mudaxile dike. Lê em dibînin ku ji bo Bakurê Qibrisê wateyek wê ya din jî heye. Di demên dawî de heman tiştî ji bo FETO'yê jî dikin, lê em dibînin li Bakurê Qibrisê darızandinek û zevtkirinek wis aberbiçav tune ye. Pergala dewleta kûr a li Bakurê Qibrisê, karên xwe yên qirêjî bi kesên netweperest dikin, bi îdiaya 'ev kar û barên terorê dikin' û bi vî awayî pêşî li ber xayeya qibrisiyan a ji bo welêt digirin. Lewma ez têkoşîna gelê Qibrisê û têkoşîna gelê kurd tînim cem hev du û wekî hev dibînim."    ‘KONCALA FERXIK'    Tacan Reynar, diyar kir ku li Tirkiyeyê her kes derbarê Qibrisê de tiştekî dibêje, lê piraniya wan jî şaş in û got: "Qibris, bi awayekî laboratûvara Tirkiyeyê ye. Mixabin em dibînin ku teşkîlata esker û polîsan a Tirkiyeya ku em jê re dibêjien 'welatê garantor', tevli karên dewleta kûr bûye. Em dibînin ku hin kes li welatê me rojnamevan kuştine. Ev ji bo qumarxane, bazirganiya mirovan û fuhûşê jî derbasdar e. Mixabin welatê me êdî bûye baxçeyê paş ê Tirkiyeyê. Çend roj berê manşeta rojnameyekê 'koncala ferxik' bû. Welatê ferxik, veguheriye koncala ferxik."    MA / Sedat Yilmaz