Qeyûm navê projeya ku bûbû sergo guherand û cardin da îhaleyê 2021-06-04 09:00:48 MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi 2 milyon û nîvan "projeya baxçeyê tîkane" çêkiribû, lê ji ber ku bêxwedî hatibû hiştin bûbû sergo. Lê belê vê carê heman proje bi navê "Projeya Mardîna Biçûçik" ket ber îhaleyê. Bedêla projeyê nehatiye aşkerekirin.  Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di 19'ê Tebaxê de cara dudoyan qeyûm tayinî wê hat kirin, berê bi 2 milyon û 500 hezar TL'yî bi navê "projeya baxçeyê tîkane" projeyek çêkiribû. Lê projeya navbirî ji ber bêxwedîtiyê bûbû sergo. Lê Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Waliyê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş, heman proje cardin da ber îhaleyê. Qeyûm, vê carê navê "Projeya Mêrdîna Biçûçik" li projeyê kiriye. Îhaleya wê di meha Adarê de hatiye amadekirin û di 5'ê Nîsanê de jî pêk hatiye û di 21'ê Gulanê de jî dest bi çêkirina "Mêrdînê Biçûçik" hatiye kirine.    Qeyûm proje daye Şîrketa BM ya Înşeat, Endezyarî û Senayiyê ya Sercan Oztaş. Navenda şîrketê li Midyadê ye.    Di tabelaya agahdarîkirinê ya projeyê de di nav agahiyên divê hebin de, bedêla projeyê nehatiye diyarkirin. Lê belê li gor belgeyên ku Ajansa Mezopotamyayê bi dest xistine, derket holê ku bedêla projeya niha 3 qat ji ya berê zêdetir e. Li gor daneyên ku di belgeyan de hene, qeyûm projeyê bi 7 milyon û 564 hezar û 267 TL'yan daye ber îhaleyê.   MA / Ahmet Kanbal