Girtiyan dixin hucreyê 2021-06-04 10:02:41   AMED - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Arganê, yên ketin çalakiya greva birçîbûnê, wan dixin hucreyên yek kesî. Girtiyan diyar kir ku li girtîgehê pêkanînên 12’ê Îlonê tên jiyîn.    Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan li girtîgehan dan dest pê kirin, di roja 190’emîn de didome. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Arganê, ji ber dikevin çalakiya greva birçîbûnê, mafê wan têne binpêkirin. Rayedarên girtîgehê girtiyên dikevin grevê wan dixin hucreyên yek kesî.   Mesût Pehlîvan (31) ê ji sala 2011’an û vir ve 10 salin girtî ye û 23 sal ceza lê hatiye birîn li Girtîgeha Tîpa T a Argan a Meletiyê dimîne. Pehlîvan di 2’yê Hezîranê de bi telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn ragihandin.    PÊKANÎNÊN 12’Ê ÎLONÊ    Dayika Pehlîvan, Garîp Pehlîvan diyar kir ku lawê wê bi rêya telefonê ev agahî dan: “Sibê em ê bi sê hevalan re bikevin çalakiya greva birçîbûnê. Ji ber ku em ê tevlî çalakiyê bibin rayedarên girtîgehê ji me re gotin ‘heta çalakî biqede em ê we di hucreyan de bigirin’. Hevalên me yên beriya niha ketin çalakiya grevê jî xistibûn hucreyan û pêwistiyên wan ên xurek nehatibû pêşwazîkirin. Nehiştin ku ji kantînê jî pêwistiyên xwe bistînin. Dema em derdikevin hevdîtina telefonê ya heftane ji me re dixwazin ku em serê xwe bitewînin. Ev polîtîkayên 12’ê Îlonê ne. Nameyên ku tên şandin, nadin me û yên em dinivîsin jî nayên şandin. Rayedarên girtîgehê daxwaznameyên ku em ji Wezareta Dadê re dişînin, diçirînin û diavêjin. Dixwazin em careke din binivîsin.”   TECRÎD   Pehlîvan, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan hatiye girankirin û wiha got: “Ev tecrîd li her derê belav bûye. Birêz Ocalan 23 sal in di tecrîdê de ye. Em dixwazin ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û bi malbat û parêzerên re hevdîtin were kirin. Çiqas tecrîd li ser Birêz Ocalan berdewam bike, dê tecrîd û zextên li ser zarokên me jî bidomeni. Heta ku zilma li ser zarokên me bidome jî wê çalakiya greva birçîbûnê berdewam bike. Em weke malbat van zext û bêhiqûqiyan qebûl nakin. Em deng bidin girtiyan.”   Îbrahîm Ateş ê di heman girtîgehê de dimîne jî di hevdîtina telefonê ku di 25’ê Gulanê bi birayê xwe Abdulgaffûr Ateş re kir de ragihandi bû ku ji ber ketin çalakiya greva birçîbûnê xistine hucreyê.