Yenî Yaşam bi manşeta ‘Axa kurdan difiroşin’ derket 2021-06-04 11:27:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Yenî Yaşamê, bi manşeta "Axa kurdan difiroşin" derket û cih da operasyonên eskerî yên Tirkiye û axa ku PDK'ê firotiye Tirkiye, derket.    TSK'ê di 23’yê Nîsanê de li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn ên Herema Kurdistana Federe operasyon dabû destpêkirin. Di operasyonê de gelek esker û cerdevan hatin kuştin. Di bombebaranê de cih û waran daristanî şewitandin. Niha jî bi hezaran daran dibirin û ekolojiyê wêran dikin. Li ser bertekên birîna daran derket holê ku Sefîrê Tirkiyeyê Hakan Karaçay têkildarî mijarê Cîgirê Serokê Parlementoya Herêma Kurdistanê Hêmîn Hawramî agahdar kiriye û jê re wiha gotiye: “Ew erdên ku em lê ne me kirîne. Erdên ku me kirîne em rê çê dikin û daran dibirin.”    'AXA KURDAN DIFIROŞIN'    Rojnameya Yenî Yaşamê jî di rûpelên xwe de cih da îdiayên ku Tirkiyeya operasyona eskerî ya li Herema Kurdistana Federe didomîne ku ax ji PDK’ê kiriye û bi manşeta “Axa kurdan difiroşin”derket. Di nûçeyê de hat diyar kirin ku erd ji rayedarekî PDK’yî hatiye kirîn û 3 fîrmayên taşeron ên girêdayî Înşaeta Cengîz a nêzîkî AKP’ê van karan bi rê ve dibe.