Emîne Şenyaşar bingeha avahiya edliyeyê kola û li edaletê geriya 2021-06-04 14:17:30   RIHA - Emîne Şenyaşar a lêgerîna edaletê didomîne bi lorandinê bingeha avahiya edliyeyê bi destê xwe kola û li “edaletê” geriya.    Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 88’emîn de dewam dike. Malbat di saetên serê sibê de hat pêşiya edliyê û li pêş peykerê Ataturk ê di ketina avahiya edliyeyê de cih digire çalakiya xwe da destpêkirin.    Malbata Şenyaşar, piştî ku nobeta xwe dan destpêkirin û şunde ji bo daxwaznameyê bidin Serdozgeriya Komarê ya Rihayê derbasî edliyeyê bûn. Malbata Şenyaşar têkildarî komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ji bo derbarê 23 kesên ku dozger tespît kirine de doz were vekirin heta niha gelek daxwazname dane dozgeriyê. Serdozgeriya Komarê daxwaza hevdîtinê ya malbata Şenyaşar careke din red kir. Li ser daxwaza wan hat redkirin rewşa dayika Emîne Şenyaşar a derket baxçeyê edliyeyê xera bû. Şenyaşar li baxçeyê edliyeyê lorand û bi gotina “Xwedayê min ma tu van tiştên ku dibin nabînî?” serî li dijî bêhiqûqiya li wan tê kirin hilda. Polîsan nûçegihanê me yê ku xwest dîmenên Şenyaşar bikişîne ligel derveyî baxçeyê jî bû bi hinceta “muştemîlatê” edliyeyê ye asteng kirin. Dayik û kurê wê yên ji baxçeyê edliyeyê derketin derbasî înşaeta avahiya lêzedekirî ya edliyeyê bûn.    LÊGERÎNA EDALETÊ   Emîne Şenyaşar bi lorandinê, bingeha avahiya edliyeyê bi destê xwe kola, li “Edaletê” geriya û wiha got: “Li ku ye Celalê min û Adilê min. Belkim edalet di binê vê axê de be, ez ê bikolim û derxînim.” Piştî ku Şenyaşar axa ku kola avêt ser xwe, kurê wê Ferît Şenyaşar hewl da ku wê bisekinîne. Dûre Şenyaşar bi gotinên “Werin alîkariya min bikin. Werin edalet li vir e, em bi hev re derxînin. Dozger, dadger tune ne. Her derê ku em diçinê me derdixînin. Xwedayê min tu li cem wan nehêle” berteka xwe anî ziman. Ferît Şenyaşar ê piştî hewldaneke dirêj dayika xwe qaneh kir, destê wê girt û li pêş blokên beton ên li pêş avahiya edliyeyê ku nobeta “Edaletê” digirin rûniştin. Dayik Emîne Şenyaşar li vir jî lorandina xwe domand.   ‘HIQÛQ DI BIN PIYA DE YE’   Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê, hesabên fermî yên Wezareta Dadê, Wêzîrê Dadê Abdulhamît Gul û Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Navnetewî etiket kirin û ev peyam parvekir: “Li Edliyeya Rihayê encax dikarin ev qas heq, hiqûq û edaletê bin pê bikin. Ez rayedarên ku rêgeza ‘Tirkiye dewleta hiqûqê ye’ diparêzin vedixwînim vir. Rêya darazê li vir e. ‘Eşedd-î zilm’ dikin.”