Penaberê kurd Serbest Derîn di Girtîgeha Metrîsê de ye 2021-06-05 00:06:32   MÊRDÎN - Hat diyarkirin ku penaberê kurd Serbest Derîn di Girtîgeha Metrîsê de ye. Derîn li Romanyayê bû û ji 30'yê Gulanê ve salix jê nedihat girtin.    Serbest Derîn, di 30'yê Gulanê de tevî nêzî 30 penaberên siyasî yên kurd xwestibû ji Awistirayê biçe Romanyeyê. Lê belê li Romanyayê bi zorê li balafirê hatibû siwarkirin û hatibû xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin. Piştî wê tu salix jê nehatibûn girtin. Derket holê ku Derîn radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û niha di Girtîgeha Metrîs a Jimare 1 a Tîpa L'yê de ye.    Parêzerê wî Huseyîn Bogatekîn, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal got: "Em pê hesiyan ku muwekîlê min Serbest Derîn, di Girtîgeha Metrîs a Jimare 1 a Tîpa T'yê de ye. Gava hevdîtinê pê re bikim û teyît bikim, paşê ez ê derbarê rewşê de raya giştî agahdar bikim."