Nexweşa pençeşêrê ji ber pere tune nikare derman bibe 2021-06-05 09:15:02 WAN - Esra Abî bi pençeşêrê ketiye û derziyên divê li xwe bixwe heba wan bi 100 TL'yî ye. Lê ji ber ku nikare van derziyan bikire, tedawiya wê nîvco maye.  Li Wanê Esra Abî ya 27 salî, 6 meh berê ji ber êşa nigê xwe çû nexweşxaneyê, lê li nexweşxaneyê pê hesiya ku bi pençeşêra Overê ketiye. Abî, 6 meh in li dijî vê nexweşînê têdikoşe. Ji bo dermankirinê divê hin derziyan li xwe bixe. Lê ji ber ku nikare bikire her diçe rewşa wê xirabtir dibe. Abî, niha dest bi tedawiya kemoterapiyê kiriye û derziya ku divê beriya tedawiyê li xwe bixe, ji ber rewşa aborî nikare bikire. Heba derziyên ku divê li xwe bixe bi 100 lîreyî ne. Abî, anî ziman ku di xaniyê bi kirê de ye û tu dahatek wê tune ye û ji ber vê nikare derziyan bikire. Abî, anî ziman ku li malê tenê birayekî wê dixebite û rewşa wan a aborî qet nebaş e.    TEDAWIYA WÊ NÎVCO MA    Abî, anî ziman ku SGK tenê heqê hin dermanan dide û got: "Em mehê 700 lîre heqê kirê didin. Bi alîkariya birayê xwe li ser pêya me."    Abî, diyar kir ku gava dest bi tedawiyê kiriye mehê du derzî li xwe dixistin, lê belê piştî tesîra wan pir çênebûye vê carê hejmara derziyan hatiye zêdekirin û got: "Ji ber ku dahatek min tune ye, xizmên min heqê dermanan didin. Lê ev ne ji bo carekê tenê ye. Vê mehê xizmên min heqê dermanan dan, lê meha bê dê kî bide? Gava derziyan li xwe nexim, nikarim kemoterapiyê jî bikim. Her diçe rewşa min xirbatir dibe. Şemî û yek şem jî di nav de hemû rojên min li nexweşxaneyê derbas dibin. Ji ber ku nikarim derziyan li xwe bixim, her diçe bêtir dihelim."    Abî xwest ku ji bo tedawiyê alîkariya wê bê kirin.