Wezareta Karên Navxweyi destûr neda avakirina PÎA'yê 2021-06-05 09:15:38 WAN - PÎA'yê ji bo rawestandina biryara Wezareta Karên Navxweyî ku destûra damezrandina partiyê nade, serî li Dadgeha Îdareyê ya 13'ana Enqereyê dabû û dadgehê xwestibû wezaret di nav mehekê de ewraqan radestî rayedarên partiyê bike. Lê belê piştî ku wezaretê îtiraz kir, biryar hat betalkirin. Endamê PÎA'yê Kenan Sarisaç, anî ziman ku dê serî li AYM'ê bidin.  Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), ji 5'ê Gulana 2018'an heya niha ji bo damezrandina partiyê serî li Wezareta Karên Navxweyî dide. Lê belê wezaret daxwaznameyên partiyê esas nagire. Ji ber vê PÎA'yê serî li Dadgeha Îdare ya 13'an a Enqereyê dabû û dadgehê biryar dabû ku wezaret di nav mehekê de randevûyê bide rayedarên partiyê û ewraqan radestî wan bike. Piştî vê wezaretê jî serî li Dadgeha Îstinafê ya Enqereyê da û li ber biryara Dadgeha Îdareyê rabû. Dadgeha Îstinafê di 1'ê Hezîranê de biryara Dadgeha Îdareyê betal kir. Rêvebirên PÎA'yê diyar kirin ku dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin.    Endamê Desteya Rêvebir a PÎA'yê Kenan Sarisaç, bertek nîşanî biryara Dadgeha Îstinfaê da û destnîşan kir ku ya tê kirin bêhiqûqîtî ye.    DÊ SERÎ LI AYM'Ê BIDIN    Sarisaç, anî ziman ku dê serî li AYM'ê bidin û heger AYM jî biryareke neyînî bide dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin û got: "Ev tişt nîşan dide ku bê bêhiqûqîtiya welêt di çi astê de ye. Em ê li dijî vê bêhiqûqitiyê serî li hemû rêyan bidin."    Sarisaç, xwest rojek berî rojekê ev bêhiqûqîtî bê çareserkirin.