Leşkeran destûr nedan ji bo Atmeca yê HPG’î vecîbeyên olî pêk bên 2021-06-05 09:38:27 ÊLIH – Leşkeran gundê ku Abdulhadî Atmeca yê HPG’î ku li Tetwanê jiyana xwe ji dest dabû lê hat veşartin dorpêç kirin û destûr nedan mele ji bo Atmeca vecîbeyên olî pêk bîne. Di 2 û 3’ê hezîranê de li gundê Ûranîs ê navçeya Tetwanê ya Bedlîsê di navbera HPG’iyan û leşekran de şerekî dijwar qewimî.  Di şer de serpêlek û 2 cerdevanan jiyana xwe ji dest da û 7 leşker jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku di vî şerî de 3 HPG’iyan jî jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê her sê HPG’iyan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê. Malbata Abdulhadî Atmeca yê HPG’î duh çû Tetwanê cenazeyê kurê xwe girt û anîn li gundê Kurerê yê navçeya Hezoyê ya Êlihê veşart.    DESTÛR NEDAN MELE   Leşkeran beriya anîna cenaze goristana gund dorpêç kirin û nehiştin ku kemçeya ji bo vedana gora Atmeca hatibû gund gorê vede. Her wiha leşkeran destûr neda ku melê gund ji bo Atmeca vecîbeyên olî jî pêk bîne. Leşkeran kesên ji derveyî gund ku xwestin ji bo merasîma cenazeyê Atmeca bên gund jî di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin û nehiştin ku bikevin gund.    TENÊ DESTÛR DAN KU 2 KES ATMECA VEŞLÊRIN    Ji bo veşartina cenazeyê Atmeca tenê destûr hat dayîn ku 2 kes derbasî goristanê bibin.    Hat diyarkirin ku leşkeran gef li malbata Atmeca xwariye û ji wan xwestiye ku şînê ji bo kurê xwe daneynin.