Ji Baroya Amedê, ÎHD, OHD û Rosayê rapor: Îşkence li girtiya jin kirin 2021-06-05 12:00:56 AMED - Baroya Amedê, ÎHD, OHD û Komeleya Jinan a Rosa, bi rapora di encama lêkolîna li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan kirin de, aşkere kirin ku hikumxar Şukriye Gezgîn rastî muameleya xirab hatiye û îşkence lê hatiye kirin.    Komîsyona Girtîgehê û Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komîsyona Girtîgehê û Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Jinan a Rosayê, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Amedê lêkolîn kirin û derbarê hikumxar Şukriye Gezgîn de rapor amade kirin. Komîsyonan di rapora  amade kirin de, dan zanîn îşkence bi Gezgîn hatiye kirin û rastî muameleya xirab hatiye.    Di 31’ê Gulanê de, hatibû destnîşankirin ku di girtîgehê de şewat derketiye û îşkence bi girtiyan hatiye kirin. Saziyên li ser vê agahiyê şandeyek ava kirin. Şande, di 1 û 2’yê Hezîranê çû girtîgehê û bi mexdûran re hevdîtin kir. Şandeyê encama hevdîtina xwe kir rapor û bi raya giştî re parve kir. Di rapora şandeyê de wiha hat gotin: “Berî ku nêrîna mexdûr bê girtin, hat dîtin ku rayedarên girtîgehê pêşmalkeke mil dirêj, heya çongê dirêj, bê bişkok, ji pêşve tenê lingekê wê digire, di binde tenê bersing û pantolon heyî dayînê li xwe kiribû.”    BIRÎNÊN LI SER BEDENA WÊ   Di raporê de hat destnîşankirin ku li ser beden û rûyê mexdûr birîn hebûn û ev agahî hatin dayîn: “Li ser rûyê wê şopên derbê hebûn, aliyê rûyê wê rastê werimî bû. Dîsa xalek sor a dirêj li ser rûyê wê hebû (hat gotin ku şopa copê) ye. Li cihên cuda yên destê wê reşatî hebûn, li ser tiliyên her du destên wê reşatî hebûn. Mexdûr, diyar kir ku di 1’ê Hezîranê de, saet derdora 14.00’an karmendên girtîgehê îşkence lê kirine. Di heman demê de, di 31’ê Gulanê de xwarin ji bo mexdûr nehatiye dayîn û wê jî li ser vê yekê xwarina 1’ê Hezîranê red kiriye.”   VEGOTINÊN GEZGÎN   Şandeyê di rapora nivîsand de wiha cih da axaftin û vegotinên Şukriye Gezgîn: “Gezgîn 22 saliye. Ji 15 saliya xwe ve girtiye. Bav û dayika wê jî di girtîgehê de ne. Ev du heftene mafê wê yê telefonê nayê dayîn. Mexdûr; Di 31’ê Gulana 2021’an de, saet derdora 20.00’an, min ji karmendên girtîgehê cixare xwest. Ji ber ku karmendan cixare nedan min, min betanî şewitand. Karmendek por kin li ser vê yekê hat odeya ez tenê tê de dimînim. Mudaxileyî şewatê kir û ez derxistim hewşê. Ez paşve kelepçe kirim û serê min li erda beton da. Piştre 3 karmend hatin û li min xistin. Heqaretên giran li min kirin. Ez rakirim nexweşxanê. Di korîdaroa nexweşxanê de, min qîr kir û got, ‘Îşkenceyê bi hikumxwaran dikin.’ Karmendekê ku ez birim nexweşxanê êrişî min kir û bêyî ku bêm muayene kirin, bi lez û bez ez cardin paşve birim girtîgehê. Piştî 15 deqeyan ez cardin birim nexweşxanê, ez muayene kirim û dîsa ez paşve birim girtîgehê. Di vegerê de ez xistim hucreya yek kesî. Ligel hemû israrên min jî kincên min, alavên min ên takekesî, amûrên paqijiyê, rûlihêf û balîfa min nedan min. Karmendan ji min re gotin, hemû amûr, alav û kincên te di şewatê de, şewitîne. Hem ji ber vê û hem jî ji ber îşkence ya li min hat kirin, min bi parçeyê camê gelek cihên destê xwe yê çepê birîn kirin.”    'ÎŞKENCE LI MEXDUR KIRINE’   Di beşa encamê ya raporê de wiha hat gotin: “Gezgîn, rastî îşkenceyê, muameleya xirab, heqaret û gefan hatiye. Mafê tenduristiyê ya Gezgîn hatiye binpêkirin. Me xwest dozger derbarê  bûyerê de, dest bi lêpirsîna re’sen bike. Divê derbarê karmendên girtîgehê yên îşkence kirin û mûameleya xirab kirin de lêpirsîn bê destpêkirin û ji peywirê bên girtin.”