Xizmên windayan ji Êlihê bang kirin: Faîlan bidarizînin 2021-06-05 15:39:47   ÊLIH – Li Êlihê, xizmên windayan ku ji ber pandemiyê navber dabûn çalakiyên xwe, di hefteya 480’yî de bang kirin ku winda bên dîtin û faîl bên darizandin.    Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê (ÎHD) û xizmên windayan, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ku ji ber pandemiyê di 1’ê sibata 2020’an de navber dabûyê, careke din dan destpêkrin. Çalakî di hefteya 480’yî de li Şaxa ÎHD’ê pêk hat. Hevserokên Şaxa ÎHD’ê Devran Yildiz û Rûmeysa kaya û rêveberên komeleyê û xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn.    ‘TENÊ BERSIV TUNEYE DAN’   Di çalakiyê ku wêneyên kesên hatine windakirin hatin vekirin de Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Zana Yucel axivî û ev tişt got: “Hin kes kurên wan, hin kes keçên wan, hin kes birayên wan, hin kes xizmên wan ji malê derketin û careke din venegeriyan malê. Serlêdanên ku ji bo miduriyetên polisan hatin kirin bêbersiv man. Tenê bersiva “li cem me tune ye’ dan. Rexmî şahid û îttîrafan jî dewlet windayan qebûl nake. Bi salan e em veqetandina xwe ya ji van qadan difkirin. Em jiyaneke wekhev û mirovî li welateke azad û aştiyane dixwazin.”   ÇÎROKA ÎSA EFE   Di çalakiyê de aqûbeta Îsa Efe yê di 7’ê tîrmeha 1996’an de li gundê Kocatepe yê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê hat windakirin, hat pirsîn. Yucel, di çalakiyê de çîroka Efe bi van gotinan vegot: “Di 7’ê tîrmehê de Îsa hat binçavkirin û hat berdan. Di heman rojê de piştî saetên nîvro ji aliyê komeke leşker ve dîsa hat binçavkirin. Piştî binçavkirinê Îsa êdî nehat berdan û agahî jê nehat girtin. Piştî salan serî li Serdozgeriya Komarê ya Dêrikê hat dayîn. Rexmî hemû hewldanên malbatê heta niha jî agahî ji Îsa nehatiye girtin.”