Ûysal: Bêhiqûqiya li Îmraliyê 22 sal in didome 2021-06-05 17:11:48   MÊRDÎN - Yek ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan Newroz Ûysal a di panela têkildarî tecrîdê hat li darxistin de axivî, diyar kir ku li Îmraliyê 22 sal in bêhiqûqî didome.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê bi armanca ji bo balê bikişîne ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan li navçeya Nisêbînê bi mijara “Tecrîd Sûcê Mirovahiyê Ye, Bila Tecrîd Bi Dawî Bibe” panel li dar xist. Panela ku Moderatoriya wê Hevserokê HDP’ê yê Nisêbînê Şiyar Koç kir, yek ji parêzerên Ocalan Newroz Ûysal û Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû weke axaftvan beşdarî panelê bûn.    ‘BÊHIQÛQÎ DIDOME’   Ûysal, a piştî pêşkeşiya Koç axivî, anî ziman ku bi awayê qanûnî parêzer dikarin li hemû girtîgehan hevdîtinan bi muwekîlên xwe re bikin, lê li Îmraliyê ev qanûn ne derbas dar e. Ûysal, da zanîn ku piştî deh salan 5 kes sewqî Îmraliyê hatin kirin û 5 kesên hatin sewqkirin li odeyên cuda dimînin. Ûysal, anî ziman ku tiştên tên jiyîn ne hiqûqî ne û ev rewş tenê ne bi destê Tirkiyeyê di bin kontrola dewletên navnetewî û rêxistinên îstîxbaratê tê meşandin. Ûysal, qala komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an jî kir û bi lêv kir ku ji roja ewil heta niha bêhiqûqiya li ser Ocalan berdewam dike. Ûysal, da zanîn ku beriya niha hefteyê rojekê ji bo hevdîtina bi Ocalan re destûr dihat dayîn lê niha bi awayekî bê qanûnî destûr nayê dayîn û anî ziman ku 22 sal in bêhiqûqî berdewam dike.   ‘TESLÎMIYET QEBÛL NEKIR’   Ûysal, diyar kir ku destûr nedidan ku Ocalan tena serê xwe derkeve baxçeyê odeya xwe, nameyên wî teslîm nedikirin û bi pêkanînên Îmraliyê yên 22 salan mafên Ocalan hêdî hêdî hatin astengkirin. Ûysal, da zanîn ku pêkanînên li Îmraliyê bi kêfî ne û wiha got: “Îmrali girtîgeheke cuda ye. Qanûnên li Îmraliyê tên pêkanîn ji qanûnên Tirkiyeyê cudatir in. Bi destê dewletê hatine çêkirin. Armanca vê cudabûnê teslîm girtina vîna Birêz Ocalan û li gor daxwaza wan tevgerîne.” Ûysal, diyar kir ku li dijî van hemû nêzîkatiyan Ocalan di çareserkirina pirsgirêka kurd de helwest girt û anî ziman ku ji ber Ocalan ferzkirina teslîmiyetê qebûl nekir, îro dibin tecrîdê de tê girtin.   ‘LI ÎMRALIYÊ HIQÛQ NÎNE’   Ûysal, destnîşan kir ku hêzên navnetewî di Rojhilata Navîn de Ocalan weke gefekê dibînin û wiha axivî: “Dibêjin ‘me darve nekir ceza da wî lê em bi tecrîdê wî bikujin’ Ocalan jî wiha got ‘bi tecrîdê dixwazin hêdî hêdî min bikujin. Lê min soz daye, ez namirim. Ez ê li ber xwe bidim. Ez destûr nadim ku min bi vî şiklî bikujin.’ Em çi dikin. Em weke parêzer nikarin hevdîtinekê bikin. Malbat nikare bibîne. Em sedemên wê dipirsin lê bersivê nagirin. Bi tecrîdkirina Ocalan hemû civak û siyaset di bin êrîşan de ye. Dixwazin deng û sekna Ocalan ji gel dûr bixin û baweriyê ji holê rakin.”   ‘DIVÊ HERKES LI DIJÎ TECRÎDÊ DERKEVE’   Ûysal, bi lêv kir ku heke polîtîkayên şer ên dewletê berdewam bikin wê tecrîd girangir bibe û anî ziman ku qasî ku tecrîd hebe wê zêxtên dewletê jî berdewam bikin. Ûysal, xwest ku hemû saziyên demokratîk li dijî tecrîdê derkevin.   Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû jî, diyar kir tecrîd belavî hemû beşên civakê bûye û xwest ku li dijî tecrîdê têkoşîn bê dayîn. Agaoglû, da zanîn ku navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd birêz Ocalan e.   Piştî panele li pêş avahiya Rêxistina HDP’ê ya Nisêbînê ji bo balê bikişînin ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê ku li girtîgehan berdewam dike daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku tecrîd bi dawî bibe.