SÎHA yên Mexmûr bombe kir ji Hewlerê rabûn 2021-06-05 18:13:49   HEWLÊR – SÎHA yên ku kampa penaberan a Mexkûrê ya di ewlehiya NY'ê de ye bombe kir ji barageha MÎT'ê ya li Hewlerê rabûn.    Îro SÎHA kampa penaberan a Şehît Rustem (Mexmûr) bombe kir. Piştî SÎHA Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombe kir agahiyên nû belav bûn. Wargeh di sala 1993’an de ji bo xelkê Bakurê Kurdistanê yên ku ji ber êriş û polîtîkayên Tirkiyeyê penaber bûne hate avakirin. Wargeha penaberan dikeve nava sînorên qezaya Mexmûrê ya parêzgeha Nînewayê, nêzî parêzgeha Hewlêrê ye û derdorê 60 km dikeve başûrê Hewlêrê. Niha nêzî 12 hezar şênî li wargehê dijîn. Wargeh di bin parastina Komseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye. Hikumeta Başûrê Kurdistanê ji Tîrmeha 2019`an ambargo daniye ser wargehê. Lê belê heta niha Komseriya NY`yê li hemberî vê yekê tu helwest nîşan nedaye. Li kelêka ambargo û dorpêçê di 2’yê Hazîranê de serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayîp Erdogan careke din gef li wargehê xwar û hedef nîşan da û got: “Ger NY'yê paqij neke, wek endameke NY’yê em ê paqij bikin.”   SÎHA JI HEWLERÊ RABÛN   Piştî wê 3 rojan ji van gefan balafirên bê mirov yên Tirkiyeyê (SÎHA) saet 13:55’an de wargeha Mexmûrê bombe kir. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku SÎHA ji Barageha MÎT'ê rabûne ya li Hewlerê rabûne û Mexmûr bombe kirine. Çavkaniyen NY'ê aşkere kirin ku ev êrîşên bi vî rengî dê bidomin.