Şêniyên Kurdistana Federe: PDK li pê provakasyona ye 2021-06-05 18:43:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku PDK'ya ku pêşmergeyan sewqî Metînayê dike, dixwaze bi vî awayî çûn û hatina di navbera Zaxo, Amêdiye û Dihokê de asteng bike. Şêniyên gundên herêmê asewqiyata ku tê kirin wekî provakasyonê nirxand û gotin, berê jî 8 caran sewqiyat hatibû kirin.    Li Herêma Kurdistana Federe, operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) 45 roj in didomin. Liv û tevgera li Metînayê zêde dibe. Hat diyarkirin ku li Metînayê di şerê di navbera TSK û HPG'ê de, ji hewayê ve jîngeh hedef tên girtin.    Piştî ku şerê li herêmê dijwar bû, bi daxwaza Enqereyê PDK jî ber bi herêmê ve dest bi sewqiyata pêşmergeyan kiribû. Îro jî danê sibehê jî wesayîtên zirxî, kemçe, ambulans û wesayîtên taybet ên ji bo deverên biqelaç ber bi herêmê ve şandin.    Çavkaniyên herêmî ragihandin ku pêşmergeyên PDK'ê li Tepê Orte, herêma Qela Seddam, sêgoşeya gundê Brîfka, derdora gundê Bazîf û Girê Bêtene bi cih bûne û li vir qereqolên nû û binkeyên eskerî yên nû çêdikin. Hat hînbûn ku hêzên Gulan ên girêdayî Serokê Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî û hêzên bipere Zeravanî û endamên OSO'yê sewqî Kampa Zawîta ya Dihokê hatine kirin. Hat ragihandin ku armanca vê vê sewqiyata ber bi Metînayê ve, astengkirina çûn û hatina di navbera Zaxo, Amêdiye û Dihokê de ye.    ARTÊŞA IRAQÊ DEWRIYE DIGERE    Gundiyan sewqiyata pêşmergeyan wekî provakasyonê nirxandin û bibîr xistin ku berê jî 8 caran hatiye kirin. Hat hînbûn ku eskerên Artêşa Iraqê jî tevî hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê û hêzên Gulanê dewriye digerin û dixwazin noqteyên kontrolkirinê ava bikin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku hêzên Gulanê berê jî li herêma Biradost û Behdînanê û li herêmên di navbera Xinêrê û Qendîlê de jî heman provakasyon kirine.    LI METÎNAYÊ ÊRÎŞA LI HEMBERÎ WESAYÎTA ZIRXΠ   Piştî sewqiyata ber bi Metînayê ve HPG'ê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de got: "Hêzek dixwaze li Metînayê têkeve qada hêzên me. Em li dijî dagirkirina Tirkiyeyê li ber xwe didin. Em bang li van hêzan dikin ku ji paş de hêzên me xencer nekin. Divê xwîna birayan nerije. Lewma em bang li hemû hêzan û gelê xwe dikin."    DAXUYANIYA HPG'Ê    Piştî sewqiyatê li hemberî wesayîteke zirxî ya pêşmergeyan êrîşek çêbû. Di êrîşê de 5 pêşmrge jiyana xwe ji dest dan û 4 pêşmerge jî birîndar bûn. Piştî vê HPG'ê daxuyaniyek din jî da û di vê daxuyaniya xwe de got: "Ji bo hişyarkirina hêzên PDK'ê yên ketine qada kampa hêzên me, hêzên me tenê ji bo hişyariyê çeng gule berdane hewayê. Lê wesayîtekê guh neda vê hişyariyê. Me tespît nekir çawa derb xwariye. Nehat zelalkirin ji ber mayînekê an jî ji ber êrîşeke hewayî ev bûyer çêbûye."    RÛDAWÊ NÛÇEYA XWE NÛÇE JÊ BIR Û GUHERAND    Weşana PDK'ê Rûdawê, pêşî ji bo nûçeya derbarê êrîşa li hemberî wesayîta pêşmergeyan got, "Di bombebarana li herêma Metînayê de 5 pêşmerge şehîd ketin. Du pêşmergeyên taybet jî birîndar bûn." Paşê vê nûçeya xwe jê bir û HPG'ê tawanbar kir.    MA / Erdogan Altan