Ji bo qedexeya 30 rojan Ethem Serisuluk weke hincet hat nîşandan 2021-06-06 08:57:19   MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê, ji bo qedexeya 30 rojan a li darxistina çalakiyan, salvegera kuştina Ethem Sarisuluk ê di dema çalakiyên Geziyê de hatibû qetilkirin, weke hincet nîşan da.   Walîtiya Mêrdînê, li tevahiya bajêr heya 30 rojan li darxistin çaalakî û bernameyên cuda qedexe kir. Walîtiyê ji bo qedexeya 30 rojan salvegea kuştina Ethem Sarisuluk ê di 14'ê Hezîrana 2013'an de li Enqerê di dema Çalakiyên Parka Geziyê de hatibû qetilkirin weke hincet nîşan da.   Walîtiyê, da zanîn ku heya 30 rojan li tevahiya bajêr lidar xistina civîn, meş û xwepêşandan, belavkirina belavok û broşuran, daliqandina afîş û posteran, pêxistina meşaleyan, daxuyaniyên çapemeniyê, grevên birçûbûnê, çalakiyên rûniştinê, vekirina stantan, kampanya îmzeyê, kon vedan û çalakiyên şermezarkirinê, hatine qedexekirin.