ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2021'Ê 2021-06-06 09:00:07   * Şêniyên herêma Behrareş, diyar kirin ku serketina HDP'ê ya di hilbijartina giştî ya 7'ê Hezîrana 2015'an de ji bo wan bûye cihê hêviyê û gelê herêmê ber bi siyaseta demokratîk ve çûye.    * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, diyar kir ku di mîtînga ziman a Wanê de gel xwedî li zimanê xwe derketiye û got: "Heger zimanê gelekî bi polîtîkayên asîmlasiyonê bê tunekirin, dê çand, nasname û dîroka wî gelî jî tune bibe." Berdan xwest her kes piştgiriya kampanyayê bike.    * Buse Uçer, ji ber ku xwedî li Peymana Stenbolê derket doz lê hat vekirin got: "Dê kesên ku ser mirina Îpek Erê digirin bên darizandin." Rojnamevan Eylem Akdag jî got: "Heya ku pênasekirina sûc ji bo kiryaran neyê pêk neyê û tam neyên cezakirin dê nûçeyên me bidomin."    * Zulfîkar Taş, piştî ku bi KHK'ê hat îxrackirin li Meletiyê dest bi hilberandina mişmişan kiriye. Taş anî ziman ku îxrackirin nîşan didin ku îqtidar çi qasî şerpeze û tengijiye.    * Ferît Şenyaşar ku tevî dêya xwe 90 roj in li ber Edliyaya Rihayê li edaletê digere, anî ziman ku "zilma" ku 3 sal berê dest pê kir, niha bi destê darazê didome.    * Jinên di bin banê Kooperatîfa Hayat Agaciyê de li hev kom bûne, hem di warê zayenda civakî de perwerdehiyê didin hem jî berên hildiberînin li çarşî û bazaran difiroşin.    * Midûrê Nûçeyan ê Rojnameya Yenî Bakişê Denîz Abîdîn, diyar kir ku medya Kibrisê jî bi guhertina siyaseta Tirkiyeyê re reng guherî. Gerînendeya Weşanê ya Rojnameya Ozgurê Pinar Batur jî anî ziman ku navendên hêzê êdî eleqeyek taybet nîşanî medyayê didin.    * Malbata Şenyaşar dê li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya edaletê di roja 90'emîn de berdewam bike.