Hilbijartina 7'ê Hezîranê ji bo gelên Behrareş hêvî bû 2021-06-06 09:00:19   TRABZON - Şêniyên herêma Behrareş, diyar kirin ku serketina HDP'ê ya di hilbijartina giştî ya 7'ê Hezîrana 2015'an de ji bo wan bûye cihê hêviyê û gelê herêmê ber bi siyaseta demokratîk ve çûye.    6 sal di ser hilbijartina giştî ya 7'ê Hezîrana 2015'an re derbas bû. Di vê hilbijartinê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 13.2'yê rayan girtibû û îqtidara 13 salan a AKP'ê rûxandibû û bi vê re aşkere kiribû ku rêya sêyem pêkan e. Ev serketin li herêma Behrareş jî bûbû cihê kelecan û hêviyek mezin.    Şêniyên herêma Behrareş, atmosfera herêmê ya beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê û piştî wê şîrove kirin.    ‘HDP, BÛ HÊVÎ'    Hevseroka HDP'a Samsûnê Fatma Çelîk, anî ziman ku pêvajoya çareseriyê ya di navbera 2013-2015'an de li herêmê bûbû cihê atmosfereke baş. Çelîk, destnîşan kir ku HDP ji bo gelên Behrareş bûye cihê hêviyê û got: "Rayên zêde yên Artvînê bûn. Lewma gelên herêmê HDP'ê ji xwe re wekî zemîneke xweîfadekirinê dîtin. Li Çorûmê jî hejmara rayan zêde bû. Li vir hejmara elewiyan zêde ye. Yanî ev girîngiya partiya me dide der û kifş dibe ku bûye cihê hêviyek çawa. Di hilbijartina sala 2018'an de li Samsûnê tevî rayên derveyî welat me 18 hezar ray girtin."    ‘ME PAŞ DE GAV NEAVÊTIYE'    Çelîk, destnîşan kir ku îqtidara ku binketinê hezm nekir polîtîkaya rûxandinê xist dewrê û ev polîtîka bandor li Behrareş jî kiriye û got: "Dibe ku li herêma me li hemberî HDP'ê operasyonên wisa dorfireh tune bin, lê li herêmê civakek heye ku bi manîpulasiyoneke biçûk a dewletê tê galeyanê. Tenê ne bi polîsan re, divê mirov li hemberî vê civaka ku li gor polîsan tevdigere jî bitêkoşe. Lê li gel ev qas tiştî jî dînamîkek heye, ew jî HDP ye ku paş de gav neavêtiye."    Halîl Karavelîoglû ku di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de li namzetê parlementeriyê yê Gîresûnê bû, anî ziman ku beriya 7'ê Hezîranê atmosferek baş çêbûbû û got: "Piştî hilbijartinê kêfxweşiyek pir mezin rû da. Ne tenê demokrat, faşîst jî xweziya xwe bi rewşa me dianîn. Peyv nayên ser zimanê min ku wê rewşa xweş vebêjim. Bandora HDP'ê xwe li tevahiya welêt girtibû."    Karavelîoglû, bilêv kir ku piştî ku hilbijartin hatin betalkiirin, rewş guherî û gel hat terorîzekirin û got: "Teqîna bombeyan bandorek pir nebaş li ser girseyê kir."    ELEQEYEKE MEZIN    Hevseroka HDP'a Trabzonê ya berê Hazar Dîlaver jî, diyar kir ku beriya 7'ê Hezîranê li Trabzonê partî ava kirine û gel û xwendekar eleqeyeke mezin nîşan dane. Dîlaver got: "Me pêleke mezin rakir. Berê em bi êrîşan re rû bi rû diman, lê dîsa jî me civînên girseyî li dar xistin. Eleqeya mirovan pir zêde bû. Em li tu derê bi bûyereke nebaş re rû bi rû neman. HDP, hêvî bû. Li bajarên wekî Rîzeyê jin bûn namzet. Ev, sînerjiyek mezin afirandibû. Lê piştî ku hilbijartin hatin betalkirin, pevçûn dest pê kiribûn. Paşê hilbijartina 1'ê Mijdarê çêbû. Di wê pêvajoyê de pêwendiya me ya bi mirovan re qut bû. Mirovan nexwestin pir pêwendiyê deynin. Em xebitîn, lê dîsa jî rêjeya rayên me kêm bû. Mirov diqilqilîn. Ciwan paş ve vekişiyan. Çendî ku devereke netewperest û mihafizekar be jî, dîsa jî em ê têkoşîna xwe bidomînin."    Nûnerê SYKP'ê yê Ordûyê Cahît Ongunyûrt jî got: "Partiyeke ku gelên kurd û tirk, bindest, jin, ciwan, LGBTÎ+, azadîxwaz û aştîxwaz xwe lê girtibûn. Ew enerjiya pozîtîf ya hevserokan, ew enerjiya gel û endamên partiyê bandorek mezin li hevalên me yên xebatkar jî kiribû. Li devereke şovenîst birêvebirina xebatên partiyê û li vê herêmê namzetbûyîn xetereyek mezin bû. Lê helbet encam çi dibe bila bibe, kesên şoreşger û sosyalîst dîsa jî naqilqilin."    MA / Tolga Guney