Mamosteyê hatiye îxrackirin: Îxrackirin nîşaneya şerpezebûna îqtidarê ye 2021-06-06 09:01:32   MELETÎ - Zulfîkar Taş, piştî ku bi KHK'ê hat îxrackirin li Meletiyê dest bi hilberandina mişmişan kiriye. Taş anî ziman ku îxrackirin nîşan didin ku îqtidar çi qasî şerpeze û tengijiye.    Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîîrmeha 2016'an Rewşa Awarte hatibû ragihandin û bi vê re bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) 125 hezar û 678 kes ji karên xwe hatin îxrackirin. Ji van kesan bi hezaran jê endamên Konfederasyona Sendîkayên Kekarên Cemaweriyê (KESK) bûn. Yek ji van kesan jî endamê Egîtîm-Senê mamoste Zulfîkar Taş bû. Taş, piştî hat îxrackirin çû Meletiyê û li vir dest bi hilberîna mişmişan kir. Taş, diyar kir ku ji bo îxrackirina wî tu hincet nehatine nîşandan û serî li Komîsyona Rewşa Awarte daye, lê belê hê bi dawî nebûye.    ‘EZ Ê BITÊKOŞIM'    Taş, anî ziman ku 7 salan mamostetî kiriye û îqtidar dixwaze mirovan bi birçîbûnê terbiye bike. Taş, destnîşan kir ku li ber vê feraseta îqtidarê meydan xwstiye û got: "Ji îqtidarê we ye ku gava mirovan îxrac bike, dê nikaribin jiyana xwe bidomînin. Ez ê li ber zilma îqtidarê serî netewînim. Ji bo pûçkirina vê ferasetê ez ê heya dawiyê bitêkoşim."    Taş, diyar kir ku niha li baxçeyê mişmişan cotkariyê dike û got: "Baxçeyê min ê mişmişan heye. Li nav baxçe dixebitim. Em ê mehek din dest bi berhevkirina mişmişan bikin. Ez bi vî awayî jiyana xwe didomînim."    ‘BINDEST LI BER XWE DIDIN'    Taş, anî ziman ku îqtidar li hemberî kesên muxalif polîtîkayeke tepisandinê pêk tîne û got: "Bindest bi awayekî xurt li ber xwe didin. Em li dijî zilmê li ber xwe didin. Gelê kurd, elewî li ber xwe didin."    QANÛNA BINGEHÎN JI BO ÎQTIDARÊ YE    Taş, diyar kir ku îxrackirina wî dijî Qanûna Bingehîn e û got: "Mirov dipirsin ji bo çi hatine îxrackirin, lê bersiv nayê dayîn. Derbarê min de tu biryarek, tu binçavkirinek û girtinek tune ye. Tenê nivîsek hat û tê de nivîsandibûn 'ji mamostetiyê hatiye menkirin.' Hûn radibin mamosteyekî îxrac dikin, lê hûn hincetekê nîşan nadin. Qanûna Bingehîn ji bo zeximkirina îqtidarê tê bikaranîn."    Taş got: "Kesî ev pîşe diyarî min nekir. Min bi keda xwe xwend. Serketina min a di pîşeyê de li holê ye. Tu carî poşman nebûm ji ber têkoşîna xwe ya li dijî zilmê. Îqtidar kesên ku wek wê nafikirin îxrac dike. A rast ev nîşan dide ku bê îqtidar çi qasî tengijiye û şerpeze bûye."    ‘MIN SERÎ NETEWAND'    Taş, diyar kir ku ji ber ku cotkariyê dike kêfxweş e û got: "Min li dijî zilmî serî netewand û ji ber vê dilxweş im."