Bi xwarina ser sergo zikê xwe têr dike 2021-06-06 09:56:56 ENQERE - Li Enqereyê Malbata Gulluoglu, ji ber nekarîbûn kîraya wanî bidin li derve mane. Malbata Gulluoglu, niha ji bo debara xwe bikin û zikê xwe têr bikin ji ser sergoyan xwarinê kom dikin.    Li Tirkiyeyê xizanî û betalî her ku diçe zêde dibe. Wêneyê xizanî û betaliyê bi gelek rengan derdikeve pêşberî me. Îro bi deh hezaran mirov, bi keda herî erzan li nava zeviyan karê herî giran û zahmet dikin. Bi hezaran karkerên înşatê her roj bi kedek herî mezin û erzan karê zahmet dikin. Bi milyonan mirov betal in û nikarin debara xwe bikin. Yek ji van malbatên xizan jî malbata Yilmaz Gulluoglu ye. Malbata Gulluoglu, ji bo tedawiya nexweşiyan ji Kastamonu hatin Enqereyê. Malbata Gulluoglu li Semta Deriyê Derve yê Enqereyê xanî kirê kirin. Lê piştî demekê ji ber nekarîbûn kirîya xanî bidin, xwediyê xanî ew ji xanî derxistin. Malbata Gulluoglu ku ji xanî hatin avêtin, niha li kolanan dijîn. Ji bo zikê xwe têr bikin û debara xwe bikin ji ser sergoyan û konteynirên çapê bermahiyên xwarinê kom dikin.    Gulluoglu, anî ziman ku niha li Semta Esatê ji konteynirên çopan xwarina hatiye avêtin kom dikin û debara xwe dikin. Gulluoglu, da zanîn ku tu kes destê alîkariyê dirêjî wan nakin û neçar in bi vî şiklî debara xwe bikin. Gulluoglu, da zanîn ku ji ber nekaribû kîraya xanî bide xwediyê xanî ew derxistin derve û niha li kolanan dijîn."    MA / Selman Guzelyuz