Parlementerê Iraqê Mihemed: Tirkiye axa Kurdistanê dagir dike 2021-06-06 10:35:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementerê Iraqê Kawa Mihemed, têkildarî êrîşên Tirkiye yên li ser Herêma Federe a Kurdistanê, diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê demek dirêje tê kirin û wiha got: "Lê di demên dawiyê de dagirkeriya xwe zêdetir kiriye. Em hewl didin ji bo vê yekê komisyonek ava bikin. "    Parlementerê Iraqê Kawa Mihemed, der barê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê ji Ajansa Rojnews’ê re axivî. Kawa Mihemed anî ziman ku Tirkiye demek dirêj e axa Kurdistanê dagir dike û wiha got: "Dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Kurdistanê ji berê de berdewame. Niha dagirkeriya xwe zêdetir kiriye. Bêdengiya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ne tiştek nûye. Ji berê de jî hertim bêdeng mane. Heta hinek ji wan hevkariya dewleta Tirk kirine daku dewleta Tirk li nava xaka Başûr baregehên xwe ava bikin. Ti welatparêzî di wê yekê de nine ku xaka welat were dagirkirin û di beramber de ti helwestek neyê nîşandan.”   Kawa Mihemed, bal kişand ser bêdengiya li dijî vê rewşê jî û wiha bi dawî kir: "Me di nava Parlementoya Iraqê de 51 îmze komkirine da ku di civînên dema pêş ya parlementê de komisyonek hevbeş ji komisyonên peywendîdar ên nava parlementoyê avakin. Wê ew komisyon di derbarê êriş û kiryarên dewleta Tirk ên wek birîna daristanan lêkolîn bikin. Eger dagirkeriya Tirk berdewam bike, wê siberoja Herêma Kurdistanê ji niha xirabtir bibe.  Tenê çare ewe Hikûmeta Herêmê li dijî dagirkeriyê helwest nîşande û serweriya xaka Kurdistanê bi parêze."