Hêzên paramîlîter piştî 7'ê Hezîranê xwe nû kirin 2021-06-06 11:58:29 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Sezaî Temellî, diyar kir ku hêzên paramîlîter, piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê ya ku AKP ji îqtîdarê xist, ji nûve tê niqaşkirin û vê hêza şer piştî hilbijartinê xwe dîsa nûjen kir. Temellî, bal kişand ser rola HDP'ê û wiha got: "Ku hêzên Muxalîf li hilbijartina 7'ê Hezîranê binerin, dê bibînin ku rola HDP'ê ya ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê çiqas mezin e."    Sibê salvegera hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an e. 6 sal berê HDP'ê bend derbas kir û ket meclîs ê. HDP'ê di vê hilbijartinê de benda hilbijartina 12'ê Îlonê derbas kir û AKP ji îqtîdarê xist. Hêzên demokratîk û parazvanên mafên mirovan ev hilbijartin ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gavek pir girîng dîtin. Lê piştî di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de HDP'ê ji sedî 13 deng girt û AKP ji îqtîdarê daxist, AKP û MHP ketin nava hewldanan û hilbijartin betal kirin. Beriya hilbijartinê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an de gotibû "Bila êdî çek bêdeng bibin û siyaset bi axive." û bang li rayedarên Tirkiyeyê û hêzên civakî kiribû. Ocalan xwestibû pirsgirêka kurd bi rêbazên aştî û demokratîk bê çareserkirin. Lê piştî ku AKP ji îqtîdarê ket, hilbijartin betal kir û dîsa pêvajoya şer da destpêkirin. Mutabakata 28'ê Sibatê ya Dolmabahçeyê, ji bo gelê Kurd û Tirkiyeyê heviyek nû ava kiribû. Piştî protokola li Dolmabahçe, gel ev ji bo xwe wekî şens û heviyekê dît û di hilbijartina 7'ê Hezîranê de dengê xwe dan demokrasî û aştiyê. Lê piştî AKP di hilbijartinê de têk çû pêvajo xera kir.    AKP'ê li aliyekî pêvajo xera kir, li aliyê din şer da destpêkirin. AKP û MHP niha dîsa dixwaze HDP bê girtin û der barê gelek wekîlên wê de doza Kobanê vekirine. Piştî Serokê AKP’ê û Serokomar Tayyip Erdogan di dema şerê li dijî Kobanê de got "Kobanê ket ha ket" ji çavê gelê Kurd ket. Gelê Kurd bertekên hişk nîşanî Erdogan dabû.    OCALAN HER TIM DI ÇARESIREYÊ DE ISRAR KIR   Li ser daxwaz û pêşniyarên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî diyalogan beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê, ji bo çareseriyê di 28'e Sibatê de mutabakata Dolmabahçe hat îmzekirin. Lê Serokê AKP'ê Erdogan di 22'ê Adara 2015'an de piştî ji Ukrayna vegeriya Mutabakata Dolmabahçe red kir. Erdogan anî ziman ku mutabakat daye rawestandin. Piştî AKP'ê û Serokê AKP'ê pêvajo xera kir êrîşên fîzîkî û siyasî yên li dijî HDP''ê zêde bûn. Erdogan di 7'ê Adara 2015'an de got “400 wekîlî bidin min, em vî karî hal bikin". Lê anketan diyar kir ku gel dixwaze pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Li gorî encama anketan hat diyar kirin ku dê HDP benda hilbijartinê derbas bike û hikûmeta AKP’ê jî dê bikeve. Piştî hewldanên hikûmetê û Erdogan di 5'ê Hezîrana 2015'an de dema heyet çû Îmraliyê, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heyet hişyar kir û got: "Dibe ku ev hevdîtina we ya dawî be." Piştre ev gotina Ocalan rast derket û carek din destûr nedan ku heyet biçe Îmraliyê.  Piştî hikûmetê pêvajo xera kir, DAIŞ'ê li Dilok, Enqere, Pirsûsê û gelek cihên din êrîş li ser êrîşan zêde kir. Li dijî avahiyên HDP'ê yên Mêrsîn û Edeneyê êrîş pêk anîn. Di 5'ê Hezîrana 2015'an de li Qada Îstasyonê li dijî Mîtînga Mezin a HDP'ê êrîş pêk anîn.    'PLANA TÊKÇÛNÊ XISTIN MERIYETÊ'    Lijneya  Ewlehiya Neteweyî (MGK), di Cotmeha 2014'an de Plana Hilweşînê xistin meriyetê. Di vê pêvajoyê de îtîfaqa Erdogan-Bahçelî pêş ket. Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perinçek, aşkere kir ku endamên Ergenekonê Nûnerên şerê qirêj ên salên 90’î ne.    PIŞTÎ HILBIJARTINA 7'Ê HEZÎRANÊ   Piştî HDP'ê di Hilbijartina 7'ê Hezîranê de bend derbas kir û hêzek mezin a wekîlan birin meclîsê, AKP û MHP'ê hilbijartin betal kirin û di 1'ê Mijdara 2015'an de dîsa hilbijartin kirin. Di vê pêvajoyê de DAIŞ'ê li li Pirsûs û Enqereyê komkujî kirin. Hucreya DAIŞ'ê ya li Dîlokê li gelek cihan êrîş pêk anî. Îqtîdara  AKP'ê di 24'ê Tîrmeha 2015'an li dijî Qendîlê êrîşa hewayî pêk anî. Piştî ku AKP-MHP'ê pêvajoya çareseriyê û hilbijartina 7'ê Heziranê xera kirin, 6 sal in bê navber Tirkiye ketiye nava şer. Erdogan û AKP'ê kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê kir hincet û pêvajoya şer da despêkirin. Lê piştre derket holê ku polîsan hev kuştine. Kesên ji kuştina polîsan hatibûn girtin jî beraet kirin.  Hikûmeta ku pêvajo xera kir, li dijî navçeyên Cizîr, Şirnex, Sûr, Nisêbîn, Sîlopiya, Hezex, Gever û Farqînê şerê bajaran da destpêkirin. Bajar û navçe xera kirin. Eskerên ku di şer de cih girtin di nava darbeya 15'ê Tîrmehê de jî cih girtin. AKP'ê OHAL îlan kir û di şertê OHAL'ê de di 16'ê Nîsanê de Referanduma Destûra Bingehîn pêk anî. Piştre "Pergala Serokomariya Partîyî" îlan kir. Qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê kirin. Bi hezaran mirov hatin kuştin, îşkence li însanan hat kirin. Bi hezaran mirov hatin binçavkirin û bi mehan di bin çavan de man. Darbeyek mezin li demokrasiyê xistin.    TEMELLÎ: RÊWÎTIYA HEVIYÊ   Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî, têkildarî pêvajoya 7'ê Hezîranê û geşedanên piştî wê pêk hatin axivî. Temelî, anî ziman ku di hilbijartina 7'ê Hezîranê de yekem car hêza siyaseta li dijî vesayet û feraseta yekperest, pêş ket û wiha got: “Me ji vê pêvajoyê re got "Rêwitiya heviyê"  7'ê Hezîranê li ser hevî û baweriya çareseriya pirsgirêka Kurd pêş ket. Di hemû beşên civakê de hevî û bendewarî hebûn. Hevîya ku li Tirkiye siyaseta demokratîk û aştiyane pêş bikeve bilind dibû. Hevîya demokrasiyê pêş diket. Êdî her kesî bawer dikir ku Komara Demokratîk pêkan e. HDP'ê pêşengiya vê yekê dikir. Lê li dijî vê yekê jî îqtîdara şerxwaz hebû."    KOBANÊ BÛ NÎŞANA SERKEFTINÊ   Temellî, da zanîn ku çalakiyên Kobanê nîşanî wan da ku ew çiqas bi hêz û bi rêxistin in û xwedî vîna guhertin û veguhertinê ne. Temellî, bal kişand ser têkiliyên DAIŞ û îqtîdarê û wiha got: "Xeyala îqtîdarê ew bû ku wekî DAIŞ'ê Rêxistinên selefî li Rojhilata Navîn Kemerek Ereban ava bike. Dixwest rastiya Kurdan tune bihesibîne. Bi feraset û aqilê îttihatiyan tev digeriya. Dixwez bi rejîma hêz û vesayetê hebûna xwe berdewam bike. Ji ber ev xeyala wan pêk nehat îro Doza Kobanê li me vekirine. Ev ne tesadifî ye. Ev doz li dijî berxwedana Kobanê, serkeftina 7'ê Hezîranê û pêvajoya çareseriyê ye."    HÊZÊN PARAMÎLÎTER    Temellî, destnîşan kir ku di pêvajoya çareseriyê de tenê şer bi dawî nebû û wiha lê zêde kir: "Di vê pêvajoyê de bi tezên Birêz Ocalan siyaseta demokratîk pêş ket. Bertekên dewletê di heman demê de li dijî vê tezê ne. Em li vir du siyasetan dibînin. Siyasetek muesses û nîzanî ye. Siyaseta din jî hem Tirkiyeyê û hem jî Rojhilata Navîn demokratîk dike. Teza Birêz Ocalan Siyaseta Komara  Demokratîk diparêze. Ji ber vê yekê li dijî vê tezê Hêza paramiliter û mafya pêş ket. Hemû girêdayî dewletê ne. Mekanîzmayên aydî dewletê ne.    Temellî, da zanîn ku wan di 2015'an de xewnek xweş dît û wiha berdewam kir: "Di sala 2015’an de me carek din rastiya dewletê dît. Me rastiya sermayeyê ku çawa ev welat dorpêç kirine dît. Em li Pirsûs, Enqere, Cizîr, Sûr û bajarên din bi şer re hatin rûqalî hev. Ji ber vê yekê em ê têkoşîna li dijî şer û têkoşîna aştiya demokratîk berdewam bikin.    HÊZÊN PARAMÎLÎTER XWE NÛJEN KIRIN   Temellî, herî dawî da zanîn ku dewletê di sala 2015'an de hêzên paramîlîter nûjer kirin û got: "Îro li hemberî me rêxistina SADAT’ê heye. Ev evncama hewaya polîtîyê ye. Divê ev polîtîka xwe nû bike. îro dewlet dixwaze polîtîkayên xwe yên xwe li Rojhilata Navîn belav bike pêş dixe. Vê yekê bi rêya rêxistinên îslamî pêk tîne. Li derve bi rêxistinên wekî DAIŞ'ê û li hundir jî bi hêzên paramîlîter pêk tîne.    DIVÊ EM BI HEVRE TÊBIKOŞIN     Divê berî her tiştî em hemû hêzên muxalif bên cem hev û bi hevre têbikoşin. Divê em li dijî faşizmê bi hêzek zêde û rêxistin têbikoşin. Divê em hemû hêzên demokratîk bi hevre çareseriyê pêş bixin. Ku em bi hevre têbikoşin em dikarin faşîzmê têk bibin. Dema em li pêvajoya 7'ê Hezîranê binerin û em li têkiliyên HDP'ê yên bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî re binerin, tê dîtin ku çawa piştgiriyek mezin a demokratîkbûnê daye Tirkiyeyê."    MA / Dîren Yurtsever