Zarokê ji serê xwe hat gulebarankirin 10 rojin di lênêrîna awarte de ye 2021-06-06 12:14:54   RIHA - Li Serê Kaniyê, zarokê 11 salî H.Ç. ê ji serê xwe hat gulebarakirin, 10 rojin di lênêrîna awarte de, têkoşîna jiyanê dide.    Li Taxa Bahçelîevler a girêdayî navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê, zarokê 11 salî H.Ç. ê ji serê xwe hat gulebarankirin, bi giranî birîndar bû. H.Ç., ê di encama guleya ku nehat zanîn ji ku derê ve li serê wî ketiye birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Zanîngehê ya Harranê. H.Ç. 10 rojin di lênêrîna awarte de, têkoşîna jiyanê dide.     GULE HÎNA DI SERÊ WÎ DE YE   Bavê H.Ç. Îbrahîm Ç., diyar kir ku mala wî kîlometreyek û nîv dûrî bajarê Serêkaniyê ya dibin kontrola Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (SMO) de ye û wiha got: “Gule çawan û ji ku derê hatiye li serê wî ketiye em nizanin. Kesekê tiştek ji me re ne got. Îfadeyên me jî nehatine girtin. Kesekî pirsa me jî nekir. Derbarê bûyerê de hîna tu lêpirsîn nehatiye vekirin. Gule hîna, di serê kurê min de ye. Divê bê derxistin.”