Kûrtûlan: Heke Ozkan bimire wê dewlet jê berpirsiyar be 2021-06-07 10:42:19   ENQERE - HDP’ê heta îro ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan nêzî 60 pêşnaziyên pirsan dane Meclîsê lê bersiva yekê jî nehatiye dayîn. Parlamentera HDP’ê Fatma Kûrtûlan got heke Ozkan jiyana xwe ji dest bide dewlet berpirsiyar e.    Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) 83 salî ye û 25 sal in girtî ye û rayedaran niha wî bi mirinê re rûbirû hiştine.    Ozkan bi îdiaya ku eleqeya wî di kuştina generale tirk Bahtiyar Aydin de ku ev bûyer di sala 1993’yan de li Licêya Amedê qewimîbû heye, ji sala 1996’an ve girtî ye. Li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D tê ragirtin û bi rêjeya ji sedî 87 rapora wî ya nexweşînê heye. Ji 17’ê gulanê vir ve li gel 7 caran wî rakirine nexweşxaneyê jî dîsa nayê berdan.    Çend roj berê Ozkan dema dibirin nexweşxaneyê destên wî kelemçekirîbûn û ev yek di rojeva raya giştî de cihê xwe girt. Di serî de rêxistinên mafên mirovan û raya giştî xwest Ozkan demildest were berdan lê tevî van bangan jî Wezareta Dadê hêj bêdeng e. Gelek sazî û dezgehên mafê mirovan ji bo Ozkan seferber bûne lê dîsa jî ji bo berdana wî gavek nehatiye avêtin.    OZKAN DI ROJEVA HDP’Ê DE YE    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî rewşa Ozkan heta îro 8 pênşniyazpirsan daye Meclîsê lê dîsa jî gav nehatiyeavêtin. Herî dawî Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan ku Endama Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê ye ji bo Ozkan were berdan daxwazname da Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a girêdayî Wezareta Dadê ye û Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê.    Kûrtûlan derbarê rewşa Ozkan de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku di serî de ÎHD û gelek saziyên mafên mirovan rewşa Ozkan anîne rojevê û ji ber ew nexweşek giran e gelek caran wî radikin nexweşxaneyê û tevî nikare xwe li ser pêya bigire jî wî destkelemçekirî dibin nexweşxaneyê û tînin.    ‘DEWLET DIZANE LÊ ÇAVÊ XWE GIRTIYE’    Kûrtûlan anî ziman ku divê doza Ozkan jê tê darizandin bi beraetê encam bide û niha muxalefet û ew hemû beriya bibe dereng divê mudaxileyî rewşê bikin. Kûrtûlan da zanîn ku divê Ozkan li gel malbata xwe li derve were tedawîkirin û lê ragirtina Ozkan li girtîgehê bi israr didomînin û tevî ku wan gelek caran serî li Meclîsê dane jî bernadin û ew niha bi îşkenceyek giran re rûbirû ye. Kûrtûlan destnîşan kir ku ji bo Ozkan were berdan serî lig elek deveran dane û wiha got: “Niha sazî û kesên berpirsiyar yên ku rewşa Ozkan nizanain tune ne. Niha hema bêje nêzî 60 pêşniyazpirsên ji bo Ozkan li ber Wezareta Dadê hene, lê dîsa tiştek nakin. Divê Ozkan ji vê eziyet û bêedaletiyê rizgar bibe. Dewlet bi zanebûn vê zilmê bi serê Ozkan de tîne. Dewlet dizane ku ew nexweşk rewşa wî giran e. Her roja ku diçe rewşa wî girantir dibe. Heke tiştek were Ozkan an go jiyana xwe ji dest bide teqez dewlet ji vê yekê berpirsiyar e. Ji bo Ozkan serbest were berdan çi ji destê me were em ê bi awayek cidî bikin û li ser meseleyê bisekinin.”