Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê banga ‘edaletê’ kirin 2021-06-07 12:11:05   ENQERE - Komîsyona Parêzerên Doza Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê, têkildarî Doza Komkujiya Enqereyê ku di 9’ê hezîranê de were dîtin, banga “edaletê” kirin û xwestin ku hesapdayineke civakî pêk were.    Komîsyona Parêzeran a Doza Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê têkildarî danişîna doza komkujiyê ya di 9’ê Hezîranê de were dîtin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Komîsyonê, destnîşan kir ku tiştên sala 2015’an de qewimîn ji têkiliyên qirêj ên mafya, siyaset, burokrasî û medyayê ne serbixwe ne û ji bo danişîna ku wê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê were dîtin banga tevlîbûnê kir.    Komîsyonê diyar kir ku di pêvajoya Doza Komkujiya Enqereyê de ji îdiayên ku serokê rêxistina sûc ê girêdayî dewletê Sedat Peker avêtin holê haydar bûn û wiha got: “Em pênc sal in dibêjin ku berpirsyarên rast tenê ne DAÎŞ’iyên ku niha tên darizandinin. Tiliya peywîrdarên cemaweriyê, siyasetvanan jî di nav de heye. Faîlên komkujiyê diparêzin. Ji xwe 200 klasorên dozê delîl in ku Komkujiya Enqereyê li ber çavan pêk hatiye, rê dane wan û nehatiye astengkirin.”   BANGA EDALETÊ   Komîsyonê di daxuyaniya xwe de xwest ku hesapdayineke civakî pêk were û vê bangê kir: “Divê faîlên vê komkujiyê bên derxistin. Heta ku hesapdayinek çênebe, wê ew kesên perçeyekî têkiliyên qirêj karê xwe bidomînin. Ji ber vê yekê em bang dikin ku herkes di 9’ê hezîranê de saet di 10.00'an de tevlî danişînê bibe û bi me re bibin şopdarên edaletê.”