Di xebata DÎSKÎ’yê de ava qenazlîzasyonê herikî dikanan 2021-06-07 13:04:03   AMED – Li navçeya Yenîşehîrê, dema xebata DÎSKÎ’yê ava qenazlîzasyonê herikî dikanan.   Şaredariya Yenîşehîrê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin û Miduriyeta Giştî ya Îdareya Qenalîzasyon û Avê ya Amedê (DÎSKÎ), li kuçeyên Akkayonlû, Ogretmenler û Dîcleyê yên Yenîşehîrê, xebata asfalt û qenalîzasyonê da destpêkirin. Xebata ku beriya 3 hefteyan hatiye destpêkirin he jî didome û ava qenalîzasyonê herikî dikanan. Esnafên kuçeyan, diyar kirin ku behneke pîz li kuçeyan belav bûye û rayedarên DÎSKÎ’yê mudaxale nakin.    Li heman kuçeyan di çarçoveya xebata hatiye destpêkirin de kevirên pêyarêyan hatine rakirin û ji ber vê yekê welatî di çûn û hatinê de zehmetî dikişînin û gelek caran jî hin welatî dikevin erdê.