Endamên komîsyona ku Baroya Rihayê fesx kir: Biryarê paş ve bikişînin 2021-06-07 15:31:35   RIHA - Serokê Komîsyona Mafên Mirovan Mehmet Alî Arslan ê ku rêveberiya Baroya Rihayê ji peywîrê girt diyar kir ku ev biryar li dijî hiqûq û mewzûatê ye û bang kir ku baro biryarê paş ve bikişîne.   Endamên Komîsyona Mafê Mirovan ên Lijneya Rêveberiya Baroya Rihayê fesx kir, li pêş avahiya xizmetê ya baroyê daxuyanî dan. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Rihayê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Komîsyona Mafên Mirovan Mehmet Alî Arslan ê ku rêveberiya Baroya Rihayê ji peywîrê girt diyar kir ku ji bo fesxkirinê tu sedem nehatine nîşandan û anî ziman ku baroyê bi awayekî dijî hiqûq û mewzûatê ji peywîrê girtine.    LI DIJÎ HIQÛQÊ YE   Aslan, qala daxuyaniya baroyê ya piştî biryarê kir û wiha got: “Bi vê biryarê nîşandan ku li dijî binpêkirinên mafan ên li heremê çiqas bi hestiyar in. Em dixwazin destnîşan bikin ku ev biryara baroyê ya ji hiqûqê dûr û derveyî mewzûatê wê weke xaleke reş bikeve dîrokê.”   ‘BIRYARÊ PAŞ VE BIKIŞÎNIN’   Aslan, bang kir ku baro biryarê paş ve bikişîne û wiha berdewam kir: “Em dixwazin bînin bîra wan kesên baroyê weke şîrketê dihesîbînin ku baro saziyeke cemaweriyê ye. Ji bo hêrsa kesayetî, biryarên kêfî û bê hiqûqî nikarin bên wergirtin. Em ê weke her carê parastina serdestiya hiqûqê biparêzin û li cem mafên mirovan bisekinin. Heke di biryarê de israr were kirin em ê şopdarê pêvajoyê bin.”   JI OHD’Ê DAXUYANÎ   Şaxa OHD’ê ya Rihayê jî bi parvekirineke li ser hesaba xwe ya sanal bertek nîşanî biryarê da. OHD’ê di parvekirinê de diyar kir ku bêyî hincet komîsyon ji peywîrê hatiye girtin û bang kir ku endamên Lijneya Rêveberiya Baroyê biryarê paş ve bikişînin.