Derbarê Ahmet Şik de lêpirsîn hat destpêkirin 2021-06-07 15:47:25   ENQERE - Derbarê Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik de ji ber axaftinên wî lêpirsîn hat destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) Ahmet Şik beşdarî bernameyek televîzyonekê bûbû û ji ber axaftinên wî derbarê wî de lêpirsîn da destpêkirin. Ahmet Şik di axaftina xwe de îqtidarê rexne kiribû.