Aydenîz li Sîlopyayê bang kir: Werin em bi hev re Kurdistanê biparêzîn 2021-06-07 17:20:49   ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, li navçeya Silopyayê bi Dayîkên Aşitiyê re hat gelhev. Akdenîz, bang li hêzên kurd kir û got: “Werin em bi hevre xaka Kurdistanê biparêzîn.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Salîha Aydenîz, li avahiya HDP’ê ya Navçeya Silopiya ya Şirnexê, bi barnameyekê bi Dayîkên Aştiyê re hat gelhev. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçe û gelek welatî tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de pankarta "Dayik pêşenga jiyanê ye, ji dayikan re xelata herî mezin aştî ye" hat daliqandin. Bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.    Piştî rêzgirtinê bername bi nîşandana sînevîzyona Dayikên Aştiyê hat berdewamkirin. Piştî nîşandina sînevîzyonê li ser navê Dayikên Aşitiyê Asiye Tay axivî. Tay, diyar kir ku tenê daxwaza wan pêkanîna aştiyeke mayînde ye û bang li Serokê Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî kir  û xwest dawî li brakujiyê bîne.   'HETA KU EM XEYALÊN DAYIKÊN XWE PÊK TÎNÎN EM Ê LI BERXWE BIDIN'   Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr ku di bernameyê de axivî, bal kişand ser rol û mîsyona Dayîkên Aştiyê û wiha got:" Pêşengên tevgera jinên azad dayikên me ne. Gelê we û tevgera we bi we serbilind in. Bi salan e em têkoşîna edeletê didin. Ji bo ku em Kurdistaneke azad ava bikin, divê em aştiyeke mayînde pêk bînin. Aştî bi dayikên me pêkane e. Ev dem dema pêşengiya têkoşînê ye. Ji ber ku li her çar perçeyên Kurdistanê dayikên me berdelên giran dane. Em soz didin dayîkên xwe heta ku xeyala wan a aştiyê pêk were em ê tebikoşin.”   'DAYÎK DI HER KÊLIYAN DE BERXWE DIDIN'   Piştre Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û bi bîranîna dayikên ku jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir û ev tişt got: “Têkoşîna dayikan hêz dide têkoşîna me. Em di demên dîrokê re derbas dibin. Dayîka Emîne Şenyaşar ji bo edelet, azadî û aştiyê tedikoşe. Wê dayikên me li hemberî vê zilmê têkoşîna xwe bilind bikin û wê tu caran serê xwe netewînin."   'DEM DEMA ŞIKANDINA TECRÎDÊ YE'   Aydenîz, destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn bi sekn û paradîgmaya xwe ya dîrokî bûye sedema hêvî û baweriyê û wiha got: “Ji ber wê tecrîdê giran dikin. Îro bi girankirina tecrîdê êrişî ziman û çanda kurd dikin. Ji ber wê polîtîkaya tecrîdê  berfirehtir dikin. Em dizanin ku çiqas tecrîdê giran bikin, Çimkî ew jî dizanin dema ku aştî, demokrasî û azadî pêk were qadên tarî nikarin hebûna xwe bidomînin. Em li vir careke din dibêjin ku heta brêz Ocalan azad nebe em ê dev ji têkoşîna azadiyê bernedin. Dem dema şikandina tecrîdê û azadkirina brêz Ocalan e.”   'BI PLANA ŞARK ISLAHATÊ DIXWAZIN KURDISTANÊ VALA BIKIN'   Aydenîz, bal kişand ser êrişên Artêşa Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û axaftina xwe wiha domand: “Sedsal in dewleta tirk li dijî gelê kurd polîtîkayên tunekirinê dide meşandin. Ji ber wê îro li çar perçeyên Kurdistanê êrişî deskeftî û nirxên kurdan dike. Têkoşîna bi salan e ku tê dayîn dixwazin bin pê bikin. Dixwazin ku Rojhilata Navîn bikin gola xwînê. Çimkî dizanin ku heger Rojhilatanavîn azad bibe wê taritiya wan derbikeve holê. Çawa ku sedsal bêriya niha bi Şark Islahatê xwestin Kurdistanê dagir bikin, îro jî bi heman hişmendiyê bi plana hilweşandinê dixwazin gelê kurd tune bikin.”   BANGa LI PÊŞENGÊN KURD   Aydenîz, di dawiya axaftina xwe de got ku dewleta tirk dixwaze bira bi bira bide kuştin û ev bang li gelê kurd kir: “Pêwîste pêşengên kurd nekevin lîstokên dewleta tirk. Em li sînorê Silopyayê bang li PDK'ê dikin; dewleta tirk li gorî berjewendiyên xwe ji xwe re qadan vedike. Vê yekê qebûl mekin. Çawa ku li rojavayê Kurdistanê bajarê Sêrêkaniyê û Efrînê dagir kir, niha dixwaze bi heman pêkanîna xaka başûr jî dagir bike. Divê em li gorî parastina xaka Kurdistanê tevbigerin û bi hevre têkoşîn bidin. Tê xwestin ku Şengal bê dagirkirin û Mexmur jî bê valakirin. Pêwîste pêşengên kurd vê bibînin û bi zanistiya parastina Kurdistanê tevbigerin. Werin em bi hevre Kurdistanê biparêzîn.”   Piştî axaftinan bername bi girtina govendê û bi dirûşmeyen "Bijî serok Apo" bi dawî bû.