Amîrê Narkotîkê ji ber tiryakê 44 rojan di girtîgehê de ma 2021-06-08 09:05:58 MÊRDÎN - Derket holê ku Amîrê Şaxa Narkotîkê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê Hakan Çîl, personelê emaneta edlî M.S. û muxbîr Ûmût Gok, tiryaka di depoya emanetê de firotine û hatine girtin û piştî 44 rojan hatine berdan.  Derket holê ku Amîrê Şaxa Narkotîkê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê Hakan Çîl, personelê emaneta edlî M.S. û muxbîr Ûmût Gok, tiryaka di depoya emanetê de firotine. Par 426 kîlo tiryak hatiye zevtkirin, lê derket holê ku ji vê tiryakê kîlo û 400 xiram eroîn û 900 xiram esrar hatiye firotin. Koma ku hewl daye vê tiryaka ji depoyê hatiye derxistin bifiroşe, li ser îxbarekê hatiye zevtkirin. Di 9'ê Mijdara 2020'î de li navçeya Stewrê cendirmeyan avêtiye ser avahiyeke xerabe û li ser tiryakê şopa tiliyên muxbîr Ûmût Gok hatiye tespîtkirin. Paşê Gok hatiye binçavkirin û li xwe mikur hatiye ku wî û polîsan bi hev re tiryak diziye.    Gok ku sûd ji "qanûna poşmaniyê" girtiye, di îfadeya xwe de diyar kiriye ku bi Amîrê Şaxa Narkotîkê Hakan Çîl re xebitiye û hevdîtina xwe û Hakan Çîl a li ser whatshappê rê rayedaran daye û gotiye: "Meh û nîvek berê li navenda Mêrdînê operasyonek mezin hatibû kirin. Di operasyonê de 426 kîlo eroîn hatibû desteserkirin. Paşê ev tiryak şandin Memûrtiya Emanetê ya Edliyeya Mêrdînê. Polîs Hakan Çîl jî, beriya wê bi 15 rojan, min şand personelê Emaneta Edlî û gotî berî ku tiryak bê îmhakirin biçe wê qsimekê jê bide te. Ez çûm, ew kesê peywirdar da min. Tiryaka ku li navçeya Stewrê hat desteserkirin, ew tiryaka ku Hakan Çîl ji min re gotibû û ji Edliyeyê Mêrdînê hatiye derxistin bi xwe ye."    Amîrê Şaxa Narkotîkê Hakan Çîl jî sûd ji "qanûna poşmaniyê" girt û li xwe mikur hat ku wî û berpirsiyarê depoya emanetê M.S. bi hev re kiriye.    Berpirsiyarê depoyê M.S. jî tiştên pê tê tawanbarkirin red kir û xwe parast.    Di çaçroveya lêpirsînê de Ûmût Gok piştî îfadeya dozgeriyê hat berdan. M.S. û Hakan Çîl jî di 13'ê Mijdara 2020'î de hatin girtin û wan şandin girtîgehê. Piştî îtiraza parêzer M.S. di 23'yê Mijdarê de bi "şertê kontrola edlî" hat berdan. Dadgeha Ceza ya Sulhê jî li gor hinceta bersûcên din piştî 34 rojan Hakan Çil jî berda.    Paşê îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de derbarê Gok de bi sûcê "bazirganiya tiryakê", derbarê Amîr Hakan Çîl û berpirsiyarê depoyê M.S. de jî bi sûcê "zîmmet" û "bazirganiya tiryakê" doz hat vekirin.    MA / Ahmet Kanbal