Di 16 mehan de 28 lêpirsîn 2021-06-08 09:06:02 WAN - Endama Komeleya Jinan a Starê Rojbîn Bor ku di 16 mehan de derbarê wê de 28 lêpirsîn hatine destpêkirin ev tişt got: "Tiştekî ku bi kesên ku jinan dikujin, tahde, tecawiz û tacizê dikin nakin, lê radibin kesên li ber van pêkanînan radibin ceza dikin. Dixwazin bi lêpirsînan me ji têkoşînê dûr bixin."  Derbarê yek ji damezrînerên Komeleya Jinan a Starê Rojbîn Borê de, di 16 mehan de 28 lêpirsîn hatine vekirin. Lêpirsîn bi hinceta daxuyaniyên çapemeniyê, parvekirinên li ser medyaya sosyal û hevpeyvînên wê hatine vkirin. Ji lêpirsînên hatine vekirin 27 jê hê jî didomin. Her lêpirsîna ji ber parvekirineke wê ya derbarê Mûsa Orhan de jî veguherî îdianameyê. Danişîna ewil a vê dozê dê di 14'ê Îlonê de li Dadgeha Cezayê Asliye ya 7'an a Wanê bê lidarxistin.    NE KIRYAR, ÊN ÎTIRA DIKIN TÊN CEZAKIRIN    Bor, derbarê lêpirsînan de axivî. Bor, da zanîn ku parvekirina wê ya derbarê çawîşê pispor de ku tecawizî Îpek Erê kiribû û paşê Erê xwe kuştibû, veguheriye dozê û bi sûcê "kêmxistina artêşa dewletê" derbarê wê de îdianame hatiye amadekirin. Bor, destnîşan kir ku kesê tecawiz kiriye hatiye berdan, lê belê tê xwestin kesên ku bertek nîşanî vê dane jî bên cezakirin û got: "Derbarê kesên ku tecawizê dikin, tahdeyê dikin, jinan dikujin û dibin sedema xwekuştina jinan de tiştek nayê kirin, lê gava em îtiraz dikin, dixwazin me ceza bikin."    Bor, diyar kir ku derbarê biryara fesixkirina Peymana Stenbolê de hevpeyvînek pê re hatiye kirine û çendî ku di hevpeyvînê de bangawazî nekiriye jî, derbarê wê de lêpirsîn hatiye kirin.    Bor, anî ziman ku lêpirsînên hatine vekirin sirf ji ber li ber feraseta baviksalarî rabûne hatine vekirin û got: "Dixwazin me bitepisînin. Ji ber ku ji berxwedana jinan ditirsin, dixwazin bi lêpirsînan me ji têkoşînê dûr bixin. Lê jin dev jê bernadin. Berxwedana me ya ku dorpêça feraseta baviksalarî dişikîne û li ber polîtîkayên îqtidarê radibe, feraseta baviksalariyê nerihet dike."    Bor, diyar kir ku bi van lêpirsînan dixwazin peyama "lê biner çavê me li ser te ye, em ê te bigirin" bidin û got: "Ez li piş barîkateke berxwedanê me û ez ê tim li vir bim. Ez ê her tim li dijî neheqiyê bisekinim û ji bo mafên xwe û mafên hemû jinan bitêkoşim."    MA / Cemîl Ûgûr