'Tecrîd, hatiye asteke ji Tirkiyeyê wêdetir' 2021-06-08 09:06:04 AMED - Endama OHD'ê Sûzan Akîpa, anî ziman ku tecrda li Îmraliyê êdî hatiye asteke ku ji Tirkiyeyê jî wêdetir e û ev tişt got: "Em dibînin ku îqtidar bi tecrîdkirina Ocalan li hemberî aştî, demokrasî, hiqûq, wekhevî û edaletê eniyek ji xwe re çêkiriye."    Tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê 22 sal in didome. Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re jî hemû tên redkirin. Her wiha çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan jî ku li dijî tecrîdê hatine destpêkirin, ji 27'ê Mijdara 2020'an ve didomin.    Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî ji bo parêzer hevdîtinê bi Ocalan re bikin, danezake îmzeyan weşand. Di danezanê de îmzeya 770 parêzeran heye.    Endama Desteya Rêvebir OHD'a Amedê Sûzan Akîpa ku îmze daniye bin danezanê, destnîşan kir ku daxwaza wan rakirina tecrîda li ser Ocalan e. Akîpa, tecrîdê wekî îzolasyona bi darê zorê wesifand û anî ziman ku polîtîkaya tecrîdê dixwaze vîna kes bişikîne û pêwendiya girtiyan bi civakê re qut bike û rêbazeke îşkenceyê û mekanîzmayeke cezakirinê ye. Akîpa, diyar kir ku bi tecrîdê tê xwestin ku rewşa kirdebûnê ya kes ji holê bê rakirin û got: "Îşkence bi tu awayî di hiqûqê de cih nagire. Xala 17'emîn a Qanûna Bingehîn û xala 3'yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) îşkenceyê û muameleya xirab û tecrîdê qedexe kirine."    MÎNAKEK BI VÎ RENGÎ TUNE YE    Akîpa, bilêv kir ku li gor rêgezên hiqûqa gerdûnî hevdîtina bi malbatê û parêzeran re divê bi tu awayî neyê astengkirin û got: "Her kes li bara qanûnan wekî hev e. Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê, a rast bi tena serê xwe, rejîmeke tecrîdê ya pir kûr û piralî ye ku mînake wisa li tu devera cîhanê tune ye. Mafên pêwendîdanînê yên Birêz Ocalan, bi awayekî utleq asteng dike. DMME'yê, CPT'yê di vî warî de biryarên binpêkirinê dane û hin pêşniyar kirine. Lê Tirkiye dîsa jî dev ji helwesta xwe bernade. Rejîma tecrîdê kûrtir dike. A rast sedema ku hikûmeta Tirkiyeyê vê rejîma tecrîdê xistiye dewrê, mekanîzmayên navneteweyî ne ku bi awayekî zelal û hişt bertek û helwestên xwe nîşan nadin. Lewma tecrîda li Îmraliyê hatiye asteke ku Tirkiyeyê jî derbas kiriye."    ENIYA LI HEMBERÎ DEMOKRASIYÊ   Akîpa, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her diçe girantir dibe û got: "Di çareserkirina pirsgirêka kurdî û pirsgirêkên din ên civakî de muxatab Ocalan e. Gava mirov li tecrîda li ser Ocalan mêze dike, dibîne ku îqtidara siyasî li hemberî aştî, demokrasî, hiqûq, wekhevî û edaletiyê eniyek çêkiriye."    Akîpa, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê jî bilêv kir ku li dijî bêhiqûqîtiyeke piralî ne û got: "Daxwazên girtiyan daxwazine demokratîk û hiqûqî ne. Ev daxwaz, li dijî polîtîkayên cihêkar û kêfî yên îqtidarê têkoşîna lêgerîna ji bo mafan e."    BANGAWAZÎ   Akîpa, anî ziman ku demildest divê daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bên qebûlkirin û divê raya giştî jî di vî warî de hesas be. Akîpa got: "Di vir de hêza sereke, hêza muxalefeta civakî ye. Lê heger li girtîgehan di vî warî de tiştek biqewime berpirsiyarî ya dewlet, Wezareta Dadê û hikûmetê ye."    MA / Cengîz Ozbasar