Li Farqînê mirina biguman a jinekê 2021-06-08 11:26:24   AMED - Li navçeya Farqînê Ayşe T. a dayika 7 zarokan li mala ku lê dijiya bi awayekî biguman mirî hat dîtin.   Ayşe T. (40) a dayika 7 zarokan ku li Taxa Bahçelîevler a Navçeya Farqînê ya Amedê dijiya, serê sibê li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin. Cenazeyê Ayşe T. ya bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da, ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Yûsûf Azîzloglû.