Dadgehê danişîna rojnamevan Rûken Demîr taloq kir 2021-06-08 11:40:11   ÎZMÎR - Dadgehê danişîna doza rojnamevan Rûken Demîr a ji ber nûçeyên çêkiribûn û hevdîtinên bi çavkaniyan re bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, taloq kir.   Danişîna doza rojnamevan Rûken Demîr li 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmirê hat dîtin. Dozger bi hinceta bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re hevdîtin kiriye û nûçeyên çêkiribûn bi îdiaya “endamtiya rêxistinê" doz li Demîr vekiribû. Di danişînê de parêzerê Demîr Zafer Încîn û Demîr amade bûn.   Ji ber şandeya dadgehê ya li danişînê dinêre bi destûr bû, şandeya nobedar biryara lêkolînkirina rapora sîber a derbarê materyalên dîjîtal û harddîskên ku dest danîne ser de hatiye amadekirin da.   Şandeya dadgehê danişîn talokî 5’ê Cotmehê kir.