Doza Onder bi doza Kobanê re kirin yek 2021-06-08 14:28:39   AMED – Doza Parlamenterê berê yê HDP’ê Sirri Sureyya Onder ku ji ber beşdarbûna çalakiyên KCD’ê bi sûcdariya “endamtiya rexistinê” jê tê darizandin bi doza Kobanê re kirin yek.    Ji ber beşdarbûn û axaftinên di çalakiyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de û beşdarbûna daxuyaniyên ku partiya wî li dar xistine, li 8’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê doz li Parlamenterê berê yê HDP’ê Sirri Sureyya Onder hatibû vekirin. 8’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê, ji bo ku doza Onder bi doza Kobanê re bibe yek ji 22’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ku doza Kobanê lê dîtin re muzakere nivîsandibû. 22’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê bersiv da 8’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê û diyar kir ku di navbera her dû dozan de girêdan heye û biryar yekbûna wan da.