Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sadak hat berdan 2021-06-08 23:08:41   ŞIRNEX - Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Resûl Sadak ku di meha Çile de hatbû girtin, hat berdan.    Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) REsûl Sadak ku di 13'ê Çileyê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, piştî 5 mehan hat berdan. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Şirnexê dosyeya Sadak nirxand û biryara berdanê da. Piştî biryarê Sadak ji Girtîgeha Wanê derket.