'Bila axurên me çêbikin' 2021-06-09 09:00:13 WAN - Li Payîzavayê welatiyên ku ji bo çêkirina kana mermeran axurên wan hatin xerakirin, anîn ziman ku tenê bi sewalvaniyê debara xwe dikin û xwestin axurên wan bên çêkirin. Li gundê Şêxan ê navçeya Payîzava ya Wanê, ji bo kana mermeran bê çêkirin, bi dozeran axurên welatiyan hatibûn xerakirin. Welatî xwestin axurên wan cardin bên çêkirin.   Sehernaz Yuce, anî ziman ku naxwazin şîrket bê gundê wan û di dema xerakirina axuran de gelek mirîşkên wê mirine.    'EM Ê ÇAWA DEBARA XWE BIKIN?'   Yuce, anî ziman ku roja ku axur hatin xerakirin li hevjînê wê jî xistine û got: "Gundê me ji me bistînin, îja em ê bi ku de biçin? Eşyayên me yên di axuran de avêtin derve. Li zarokên me xistin. Demek berê emeliyat bûm. Bombeyên gazê avêtin gund, bandorek pir nebaş li min kir. Bêhna min çikiya. Hevjînê min nexweş e, nikare bixebite. Em tenê debara xwe bi sewalvaniyê dikin. Çav berdana sewalvaniyê jî. Îja em ê çawa debara xwe bikin. Em dixwazin axurên me cardin çêbikin."    ‘ZILM E'    Haşem Bîlek, jî bilêv kir ku cihê ku axur lê bûn û hatine xerakirin, ji kalê wî ji wan re maye û ya hatiye kirin zilm e. Bîlek jî dubare kir ku tekane çavkaniya wan a debarê sewalvanî ye û got: "Axurên me xera kirin. Em perîşan bûn. Her sal van çaxan şivantiyê dikim. Me bi pereyê şivantiyê xanî çêkir, lê hatin xera kirin. Bîst heywanên me mane. Lê cihê wan xera kirin. A anîn serê me zilm e. Li gund cihekî me nema. Li vir axurek me hebû, lê rabûn xera kirin."    ‘BILA AXURÊN ME ÇÊKIN'    Hadî Yuce jî anî ziman ku ji ber ku axurên wan hatine xerakirin heywanên wan li derve mane û ditirsin ku heywanên wan ji ber tavê nexweş bikevin. Yuce got: "Havîn biqede, zivistan e. Zivistan zehmetir e. Em dixwazin cardin axurên me çêbikin."