'Di şexsê Mûsa Orhan de unîformayê di parastin' 2021-06-09 09:00:15 AMED - Parêzer Çîgdem Sevîmlî, diyar kir ku çendî ku delîl li holê ne jî, cardin çawîşê pispor Mûsa Orhan ku tecawizî Îpek Erê kir, nehatiye girtin û got: "Ê ku nehatiye darizandin ne Mûsa Orhan e, unîformayeke ku nayê xwestin bê darizandin heye."  Çawîşê pispor Mûsa Orhan tecawizî Îpek Er a 18 salî kiribû û piştî tecawizê Îpek Erê xwe kuştibû. Çendî ku raya giştî bertek nîşan dabû jî çawîşê pispor Orhan nehatibû girtin. Ji dêvla girtina Orhan, kesên bertek nîşanî negirtina Orhan didin derbarê wan de doz tên vekirin. Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Parêzer Çîgdem Sevîmlî ku dosyeya dozê dişopîne, destnîşan kir ku li holê têra xwe delîl hene lê dîsa jî Orhan nehatiye girtin û daraz xwes sist dike.    DELÎLINE NÛ Û XURT    Sevîmlî, bibîr xist ku Orhan tenê du mehan di girtîgehê de maye û got: "Gelek şahid hene nehatine guhdarkirin, gelek delîl hene nehatine berhevkirin û gelek kêmasî hene. Lê di rapora dawî de, di betaniyeke mala Orhan de mînakên DNA û xwînê hatin tespîtkirin. A rast, ev delîleke mezin e. Gava ev xusûs esas bn girtin, hem delîlên nû îşaret bi Orhan dikin hem jî li gor CMK 100'ê balê dikişîne ser îhtimala ku bersûc an jî gumanbar zextê li şahidan dike. Ev ji bo girtina wî, delîline têra xwe ne. Neguhdarkirina şahidan, bi xwe jî ji bo girtina Mûsa Orhan sedemeke têra xwe ye. Lê belê du sê celse ne dadgeh, daxwaza me ya ji bo girtinê red dike. Dosye pir sist bi rê ve diçe û pêvajo ji destpêk  heya niha bi hewldanên parêzeran bi pêş ve diçe."    'UNÎFORMA TÊ PARASTIN'    Sevîmlî, bilêv kir ku di gelek dosyeyan de leqayî heman pratîkên darazê tên û got: "Bûyereke gefxwarinê, aşkere ye dê veguhere bûyereke kuştinê, lê dadgeh biryara girtinê nade. Gava encameke ku em naxwazin rû bide, rû dide dadgeh didarizîne. Av rewşeke pir êşbar e. Tu ferqa dosyeya Îpek Erê û yên din ji hev tune ye. Gotineke dêya Îpek Erê hebû; 'ew unîforma keça min kuşt.' Qiymetek vê gotinê heye, ew jî ev e; di dosyeyê de bersûc çawîşekî pispor e û li holê îsnadeke sûcî ya cidî heye. A rast, li wir ê ku nehatiye darizandin ne Mûsa Orhan e, unîformayeke ku nayê xwestin bê darizandin heye. Û em wisa difikirin ku ew unîforma tê parastin."    DARIZANDINA MUXALIFAN   Sevîmlî, anî ziman ku bûyera Îpek Erê li welêt bûye cihê înfialekê û gelek derdoran bertek nîşan daye û got: "Lê zûzûka bilêvkirinên di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de didin ber lêpirsînê. Lê bi heman hesasiyetê û lezê bala xwe nadin ser bûyera rasteqîn. Li vir bûyera sereke,, cinayetek jina ye. Lê li wir pêvajoyeke darazê ya sist heye. Kesên hestên xwe tînin ziman zûzûka dikevin br lêpirsînan. Ev nakokiyeke mezin e."    Sevîmlî, destnîşan kir ku kêliya ku tahde li jinê tê kirin polîtîkaya bêcezatiyê dikeve dewr.    'HELWESTA ME RÊXISTINBÛYÎNA ME YE'    Sevîmlî, destnîşan kir ku w hiqûqnasên jin di warê hiqûqî de alîkariya hemû jinan dikin û got: "Heger di necezakirina wan de bi israr bin, em jî di şopandina van bûyeran de biisrar in. Helwesta me ya li dijî wan, biryardarî û têkoşîna me ya rêxistinbûyî ye."    MA/ Eylem Akdag