Li Cizîrê 5 kes hatin binçavkirin 2021-06-09 11:01:56   ŞIRNEX – Li navçeya Cizîrê polisan di serdegirtina malan de 5 kesan binçav kirin.   Li taxa Nurê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, polisan serê sibehê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de polisan 5 kes binçav kirin. Polisan kesên binçav kirin birin Midûriyeta Polisan a Navçeyê. Sedema binçavkirina her pênç kesan jî nehat zanîn.