Ji bo parêzer Kaya 5 salan ceza hat xwestin 2021-06-09 14:09:04     AMED – Ji ber parvekirina “Li Kobanê ne tenê kurd, hemû gelên li wir dijîn li ber xwe didin. Erebên demokrat jî li ber xwe didin” ji nivîskara Arti Gerçekê Nûrcan Kaya re 5 salan ceza hat xwestin.    Nivîskara Arti Gerçekê û parastvana mafên mirovan parêzer Nûrcan Kaya, ji ber ku li ser hesabê xwe yê twîtterê vê parvekirinê “Li Kobanê ne tenê kurd, hemû gelên li wir dijîn li ber xwe didin. Erebên demokrat jî li ber xwe didin” kiribû, derbarê wê de bi sûcdariya “bi awayekî bi hev ve girêdayî propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. 3’emîn danîşan doza wê li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Kaya tevlî danişînê nebû parêzerê Erselan Aktan tevlî danişînê amade bû.    DOZGER XWEST KAYA BÊ CEZAKIRIN   Di danişînê de destpêkê dozger mafê axaftinê girt û diyar kir ku mutalaaya wî amade ye û xwest ku Kaya ji sûcdariya “bi awayekî bi hev ve girêdayî propagandaya rêxistinê” bi 5 salan bê cezakirin û mafê wê yên bijartin, hilbijartin û velayetê jê bên girtin.    DOZ TALOQÎ ÎLONÊ BÛ   Parêzerê Kaya, Erselan Aktan, li dijî mutalaaya dozger derket û got ku ew mutalaaya ku bi daxwaza cezakirina muwekîlê wê hatiye amadekirin qebûl nakin û ji bo li dijî mutalaayê parastinê bikin daxwaza demê kir.   Heyeta dadgehê, ji bo ku parastina xwe ya li dijî mutalaayê bikin heta danişîna bê dem da û danişînê taloqî 27’ê îlonê kir.