Emîne Şenyaşar: Hevjînê min li ber çavê min qetil kirin 2021-06-09 14:43:01 RIHA – Emîne Şenyaşar ku bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliyeya Rihayê lêgerîna xwe ya ‘Edaletê’ didomîne, ev tişt got: “We qet bihîstiye ku mirov li nexweşxaneyê hatine qetilkirin? Hevjînê min li ber çavê min qetil kirin. Nexweşxane ji bo başkirina mirovan ne ji kuştinê heye.”    Emîne Şenyaşar ku 2 kurên wê û hevjînê wê ji aliyê parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji heman êrişê birîndar xelas bû, lêgerîna xwe ya “Edaletê” ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 93’emîn de didomînin. Malbata Şenyaşar, ji ber axaftina bi Fadil Şenyaşar re ku 3 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yekkesî de tê girtin, îro dereng dest bi çalakiyê kir.   ‘EV EDALET E?’   Emîne Şenyaşar, diyar kir ku 20 deqeyan bi kurê xwe re axiviye û bi van gotinan bal kişan ser şertên kurê xwe yên li girtîgehê: “Heyf e, 3 sal in bi tena serê xwe di odeyekê de tê girtin. Ji malbata min 3 kesan qetil kirin. Yekî jî kirine girtîgehê. We qet bihîstiye ku mirov li nexweşxaneyê hatine qetilkirin? Hevjînê min li ber çavê min qetil kirin. Serê wî pelçiqandin. Ev edalet e? Nexweşxaneyê boyax kirin û qeydên qamereyan tune kirin. Nexweşxane ji bo başkirina mirovan ne ji kuştinê heye. Kesî komkujiyek wiha nedikir. 3 meh in ez li vir rûdinim. Daxwaz dikim ku kurê min bê berdan. Em esnaf bûn, me tiştek bi kesî nekiriye. Çima gunehê me digirin. Êdî çavên min nabînin. Em nikarin vê zilmê rakin. Parlamenterî kuştina mirovan e? Çima nadarizînin.”   ‘ZEXTA SIYASÎ RAKIN’   Ferît Şenyaşar jî têkildarî hevdîtina bi birayê xwe re ev tişt gotin: “Ew jî weke me bi hêvî ye. Li benda pêkanîna edaletê ye. 93 roj in em têkoşîna edaletê didin. Serokên 10 baroyan serdana me kirin. Sozê piştgiriya hiqûqî dan me. Daxwaza me ew e ku em xwe bigihînin 81 baroyan. Em ji wan piştgiriya hiqûqî bixwazin. Dozgerê dozê di bin zextê de ye. Ji ber vê naxwaze bi me re hevdîtin bike. Ev jî nîşan dide ku em mafdar in. Ji ber zextên siyasî dozger hatine asteke ku nikarin karê bikin. Em dixwazin ku ev zext rabin û edalet pêk were. Em bang li herkesê xwedî wijdan dikin ku piştevaniya me bikin.”   ‘EDALETA KOR Û KER’   Li aliyê din li ser hesabê twîtterê yê Malbata Şenyaşar jî têkildarî çalakiyê ev parvekirin hat kirin: “Têkoşîna me ya edaletê di roja 93’emîn de ye… Her roj em 40 kîlometre diçin û tên. Ev zora me naçe û me nawestîne. Tişta ku me diwestîne û qehr dike, kerbûn û korbûna ji bo daxwaza me ya edaletê ye.”   SERDAN   Her wiha piştgiriyên ji bo malbata Şenyaşar jî didomin. Rêveberiya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristî (SES) ya Amedê, parlamenterên HDP’ê Remziye Tosûn û Ayşe Surucu û Dayikên Aştiyê serdana Malbata Şenyaşar kirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, ji kesên serdana wan kirin re serboriya xwe vegotin.    Heyetên ku serdana malbatê kirin demekê bi malbatê re nobet girtin.