Ahmet Şik giliya Bahçelî kir 2021-06-09 15:19:09   ENQERE –  Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik, giliya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku wî hedef nîşan dabû kir.    Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, ji ber rexneyên ku li desthilatê kiribûn, di komcivîna partiya xwe de Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik kiribû hedef û bi van gotinan heqaret lê kiribûn û gefa kuştinê lê xwaribû: “Xayîn, bêesil, sûcdar, dabeşkar, rezîl û necamêr heke dewleta tirk kujer bûne niha cihê te ne meclis goristan bûna.” Ahmet Şik, bi rêya parêzerê xwe giliya Bahçelî kir.