Gorek komî ya aydê Êzidiyan hat dîtin 2021-06-09 15:53:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê, goreke komî ya 11 Êzidiyên di sala 2014’an de, ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin, hat dîtin.     Saziya Tipa Edlî ya Nînovayê, daxuyaniyek da û diyar kir ku Şengal û herêmên derdora wê goreke komî ya aydê 11 kesan hat dîtin. Hat destnîşan kirin ku gora komî aydê 11 Êzdiyên di sala 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn, qetilkirin e.    Li Şengal û herêmên derdora wê, heya roja îro 85 gorên komî yên aydê Êzidiyan hatine dîtin.