HDP’î bi Dayikên Aştiyê civiyan 2021-06-09 16:41:58   RIHA – Li Pirsûsê, HDP’î bi Dayikên Aştiyê re civiya û mijarên di rojevê de nirxandin.     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê, li navçeya Pirsûsê bernameyek li dar xst û bi Dayikên Aştiyê re civiya. Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Remziye Tosûn û Dayikên Aştiyê beşdarî civînê bûn.    Tosûn, di civînê de axivî û wiha got: “Bloka desthilatdariyê, hewl dide têkoşîna dayikên me bi girtîgehan û hepsa malê bi fetisînin. Lê ew ê nekarin vê hewldana xwe bi ser bixin.” Tosûn bal kişand ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: “Ev 23 salin polîtîkayên zilmeke giran li dijî Birêz Ocalan bi rêve dibin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan li her derê belav bûye. Tevahiya civakê dibin tecrîdê de ye. Çalakiya greva birçîbûnê nêzî 200 rojan bûye, lê desthilatdarî xemsar nêz dibe û gavê paşve na avêje.”    Piştî axaftinê, bernameya jinan bi gerandina guvendê bi dawî bû.