Hevserokê MEBYA-DER’ê Karadag tehliye bû 2021-06-09 16:44:45   AMED - Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag, danişîna yekemîn a doza xwe de tehliye bû.   Di 27’ê sibatê û 3’ê adarê de li dijî MEBYA-DER’ê operasyona binçavkirinê hatibû lidarxistin û Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag jî di nav de 29 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 29 kesan 12 jê hatibûn girtin û 17 jê jî hatibûn berdan. Piştre bi angaşta “endamtiya rêxistinê” doz li Karadag hatibû vekirin. Danişîna yekemîn a doza Karadag li 10’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Karadag û parêzerê xwe Muhîttîn Mûgûç li danişînê amade bûn.    ^’NASNAME Û NÎJADA MIRÎ JO ME NE GIRÎNG E’   Li danişînê Karadag parastina xwe bi kurdî kir û ev tişt got: “Eleqeya min bi sûcdariyên ku li min hatine kirin tune ye. Komeleya me li meseya komeleyan qeyd kiriye. Kesên ku navê wan di telefonê de derbas dibin xizmê min in. Serdanên goristanên ku bûne mijara sûcdariyê jî gorên xizmên min in. Axaftin û daxuyaniyên ku min dane jî li gorî rêziknameya komeleya me ne. Xebatên min wijdanî ne. Ji bo kesên ku mîna min zarokên xwe winda kirine zehmetî nekişînin û zarokên wan bêgor nemînin me van xebatan kir. Kesên ku cenazeyên wan tunebûn diçûn li ser gorên hin kesên din fatihe dixwendin. Min vê qebûl nekir. Komeleya me komeleya piştvaniyê ye. Kesên ku dimirin nasname û nîjada wan ji bo me ne girîng e. Em ji wan re dibine alîkar.”   DOZGER BI DAXWAZA CEZA MUTALAA DA   Dozger bi daxwaza ceza mutalaa xwe da û sûcdariyên di doznameyê de derbas dibin bi bîr xist û xwest ku Karadag ji sûcê “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin. Her wiha xwest ku girtina Karadag bê domandin.      Parêzerê Karadag, Mûhîttîn Mûgûç jî destnîşan kir ku komeleya ku muwekîlê wî pê tê sûcdarkirin komeleyeke hiqûqî ye û wiha got: “Komele ji aliyê malbatên ku cenazeyên zarokên xwe negirtine ve hatiye avakirin. Ji ber zehmetiyên ku hêzên ewlehiyê di girtina cenazeyan de derdixin komele hatiye avkakirin. Kesên ku jiyana xwe ji dest didin cendirme ji bo girtina cenaze li malbatên wan digirin. Dixwazim ku vê mijarê ji cendirmeyê bê pirsîn. Di daxuyaniyên şahidan de îmze tuneye. Bêyî zelalkirina vê rewşê dayîna mutalaayê li dijî hiqûqê ye. Şahidên ku gotinên wan hatine girtin weke gumanbar hatine girtin. Şahidên vekirî jî li Şirnexê teslîm bûne. Di vê rewşê de meqama edlî Şirnex e. Lê şahidan anîne Amedê û îfadeyên wan girtine. Îfadeyên wan jî qopî ne. Dixwazim ku şahidên vekirî Yesmîn Yalçin û Temûr Guzel bên guhdarîkirin. Muwekilê min 3 meh e girtî ye daxwaz dikim ku bê berdan.”   KARADAG TEHLIYE BÛ   Heyeta dadgehê, bi şertê kontrola edlî biryara berdana Karadag da û daxwazên parêzer ên ji bo guhdarkirina şahidên vekirî û pirsa ji bo cendirmeyê red kir û danişînê taloqî 5’ê mijdarê kir.