Parêzer Çakas: Girtî di pergala tenduristiyê de jî tên tecrîdkirin 2021-06-10 09:06:03 AMED - Endamê OHD'ê Parêzer Yûsûf Çakas, diyar kir ku şert û mercên girtîhan bandorek nebaş li tenduristiyê dikin û pergala tenduristiyê ya girtiyan jî hatiye tecrîdkirin.  Li Tirkiyeyê ji ber şert û mercên girtîgehan her diçe hejmara girtiyên nexweş zêde dibe û bi hinceta pandemiyê girtî li girtîgehan tên îzolekirin. Rêvebirê Federasyona Komeleyên Piştevaniyê ya ji bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TÛHAD-FED) û Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Yûsûf Çakas, destnîşan kir ku girtîgehan qadên nebisihet in û di dema pandemiyê de tenduristiya girtiyan pir xirab bûye.    ŞERT Û MERCÊN TENDURISTIYÊ   Çalas, destnîşan kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê her diçe şert û merc girantir dibin û got: "Girtî nikarin biçin hewadariyê. Li qawîşên tavê nabînin, di şert û mercên nepaqij de dimînin û lewma em nikarin behsa tenduristiyeke baş bikin. Bi taybetî, bi hinceta pandemiyê tenduristî bi temamî hat binpêkirin. Bi vê re hemû çalakiyên wan hatin qedexekirin. Girtîgeh veguherîne deverên ku mirov lê nexweş bikeve. Bi pandemiyê re ew şert û mercên nebaş, hîn bêtir nebaş û xirabtir bûn."    Çakas, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ne mimkun e ku mirov li girtîgehan baş be û got: "Ên di girtîgehan d ehemû nexweş in. Li girtîgehê nexweşîna herî biçûk jî piştî çend salan, vediguhere nexweşîneke bixetere. Li gor tespîtkên ku em dikin, li dor 200 heb girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene. Bifikirin, niha em tenê bi rêya çapemeniyê pê dihesin ku girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin. Wezareta Dadê, di vî warî de tu daxuyaniyê nade. Jixwe girtîgehê girtî ne, lê gava agahî neyên parvekirin hîn bêtir tên girtin. Tiştên niha li girtîgehan diqewimin, em bi xwe dişopînin. Li gor meqamên fermî, girtiyên nexweş û girtiyên jiyana xwe ji dest dane tune ne. Bi taybetî niha em nizanin bê ka kîjan girtî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest daye an ji ber nexweşînine din."   PERGALA ÎNFAZÊ YA BÊTENDURISTΠ   Çakas, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji ber pergala înfaza ceza girtîgeh bêtenduristî ne û got: "Ji ber pergala heyî, mîsyona li girtîgehan hatiye barkirin pir cuda ye. Divê girtî ji civakê neyên qutkirin, neyên dûrxistin û neyên tecrîdkrin. Lê li gor daneyên heyî pergala tenduristiyê bi xwe jî, girtiyan tecrîd dike. Mesela, li girtîgehên Kampusa Amedê, pêkaneîneke dukelemçeyî heye. Li Girtîgeha Amedê ya Jinan, girtî nayên tedawîkirin. Ji lew re baş dizanin pêkanîna dukelemçeyî li dijî rûmeta mirovan e. Tedawiya bi awayekî kelemçeyî red dikin. Li nexweşxaneyan jî hin bijîşk, muayeneya bikelemçe ferz dikin. Pergal bi her awayî pergaleke bipirsgirêk e. Divê em baş zanibin; mafê jiyanê, ewlehiya jiyanê û hemû mafên jiyanê, mafine pîroz in û divê ev maf esas bên girtin."    NAYÊN TEDAWÎKIRIN    Çakas, diyar kir ku girtiyên nexweş baş nayên tedawîkirin û got: "Heger bihatana tedawîkirin, yeqîn bikin dê Wezareta Dadê daxuyaniyek bidana. Gava tiştek baş bê kirin, reklama wê jî tê kirin. Herî dawî me li Girtîgeha Amedê ya Jinan bi hejmara pêketiyên Covîd-19'ê dît ku girtîgî bi awayekî cidî nayên tedawîkirin. Ji ber tevdîran û qedexeyan, li girtîgehê tenduristkar tune bûn, kantîn girtî bûn. Bifikirin, di demeke ku vîrus heye, li girtîgehê tenduristkar tune ne. Li girtîgehên din Sidki Bektaş, Ergîn Aktaş an jî Mehmet Emîn Ozkan, ji bo vê mînakên herî baş in. Em dikarin behsa bi sedan girtiyên nexweş bikin. A rast nexweşxane û tedawîkirin tenê hêleke tenduristiyê ne. Odeyên girtî lê dimînin, tava ku di nava rojê de dibînin, oksîjen, xwarin, pirtûk, temaşekirina fîlman hemû perçeyek tenduristiyê ne. Ji lewre sihetbûn, tenê ne siheta bedenê ye; di heman demê de psîkolojîk û ruhî ye jî. Gava tu rabû girtiyan tenê bi hewadariyekê bisînor bikî an jî ji ber li hewadariyê bi hevalê xwe re axiviye tu cezayê dîsîplînê lê bibirî, a darbeyeke li tenduristiyê."    GIRTIYÊN NEXWEŞ    Çakas, anî ziman ku girtiyên di ser 20 salî re girtî ne bi xetereya bi pençeşêrê re rû bi rû dimînin. Çakas, destnîşan kir ku ev ne tiştekî tesadufî ye û got: "Wezareta Dadê divê berpirsiyariya xwe ya di vî warî de pêk bîne. Divê girtiyên nexweş ji aliyên bijîşkên bêalî ve bên muayenekirin. Wekî nexweşînên pîşeyî, nexweşînên girtîgehê jî hene. Hêla vê ya herî trajîk jî girtiyên nexweş in ku Saziya Tiba Edlî dibêje nikarin di girtîgehê de bimînin, lê nayên berdan. Ergîn Aktaş, ji bo vê mînaka herî ebrbiçav e. Bi hinceta ji bo ewlehiya civakê talûke ye nayê berdan. A rast ev, perçeyên polîtîkayên ewlehîparêz in. Halbûkî ya ku divê esas bê girtin polîtîkayên azadîxwaz, tenduristîxwaz û demokratîk in. Bi kurt û kurmancî di girtîgehan de girtiyên nexweş hene. Mijar ev qasî zelal e. Heger girtiyên nexweş hebin, nexwe di vê şert û merc jî li gor vê bên. Heya niha ji ber ku nehatine tedawîkirin, nêzî 200 girtiyên nexweş li ber mirinê ne. Her sal xebara mirina 25-30 girtiyên nexweş ji me re tê. Tişta dibê ji niha û pê ve bê kirin, demildest rawestandina înfazê û berdana girtiyên nexweş e û başkirina şert û mercên girtîgehan e."    Her wiha Çakas, anî ziman ku divê ji xeynî raporê Saziya Tiba Edlî (ATK), raporên alternatîf ên odeyên bijîşkan an jî saziyên serbixwe ên tenduristiyê jî esas bên kirin û got: "Raprên alternatîf, li gor ên ATK'ê behsa encamên cuda dikin."    ‘EM BIBIN DENGÊ WAN'    Çakas, destnîşan kir ku divê li hemberî girtiyên nexweş ne nêzîkatiyeke polîtîk, nêzîkatiyek hiqûqî û ehlaqî hebe û got: "Divê em li her derî pîroziya mafê jiyanê bînin ziman û bibin dengê girtiyên nexweş."    MA / Cengîz Ozbasar