Tahdeya polîs û notirvanan heye, lê kesê bê darizandin tune ye 2021-06-10 09:06:06 ÊLIH - Li Êlihê di salekê de li 8 deverên cuda bi dîmenan tahde û îşkenceya ku polîs û notirvanan li welatiyan kiribû derketibû holê, lê belê heya niha polîs û notirvanek jî nehatiye darizandin.  Li Tirkiyeyê hema bibêje her roj bi dîmenan tahde û îşkenceya ku polîs û notirvan li welatiyan dikin dertê dertê holê. Yek ji bajarên ku herî zêde polîs û notirvan tahdeyê li welatiyan dikin jî Êlih e. Di navbera 15'ê Gulana 2020'î û 4'ê Hezîrana 2021'ê de gelek bûyerên bi vî rengî bi dîmenan derketibûn holê. Lê heya niha derbarê polîs û notirvanên ev tahde kirine de tu tiştek nehatiye kirin.    Me tahde û îşkenceya polîs û notirvanan ku di navbera 15'ê Gulana 2020'î û 4'ê Hezîrana 2021'ê de li Êlihê li welatiyan kiribûn berhev kirin.    * Di 15'ê Gulana 2020'î de li Bûlwara Tûrgût Ozalê, bi hinceta ku maske nedaye ber devê xwe, polîsên sivîl li welatiyekî xistibûn. Piştî lêxistinê her du polîsan welatî binçav kiribûn. Welatiyên derdorê jî dîmenên vê bûyerê girtibûn. Walîtiya Êlihê jî piştî bûyerê bi 5 rojan daxuyanî dabû û daxuandibû ku tehqîqat hatiye destpêkirin.    * Di 15'ê Tîrmeha 2020'î de li Kolana Gulîstanê jî polîsan bi hinceta ku telefonên qaçax difiroşin avêtibûn ser hin dikanan. Di dema avêtina ser dikanan de 2 kes hatibûn binçavkirin. Ji ber vê xwediyên dikanan bertek nîşan dabûn. Ji ber vê polîsan li kesekî ku navê wî nehat hîn xistibûn. Welatiyên derdorê jî dîmenên bûyerê girtibûn.    * Di 14'ê Kanûna 2020'î de jî li Kolana Amedê polîsan li ciwanekî ku kaxez berhev dikirin xistibûn. Welatiyên derdorê dîmenên bûyerê girtibûn.    * Di 13'ê Çileyê de jî 8 ciwan li Taxa Kulturê sersal pîroz kiribûn. Polîsan li van kesan bi hinceta pîvana "mesafeya fizîkî" bin pê kirine, 900 lîre ceza li wan birîbû. Yek ji van ciwanan jî Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Şakîr Can bû. Piştî bûyerê polîan gef li Can xwaribû û jê re gotibûn, "Em te bi guleyekê bikin. Careke din em ê te binçav nekin, em ê te bi yek guleyekê bikin."   * Di 28'ê Sibatê de jî li Taxa Baglarê wesayîta zirxî ya polîsan xwe bera qada ku zarok lê dilîstin dabû û bi lez çûbû. Zarokên ku ji bo nekevin ber wesayîtê reviyabûn û polîsan jî dabûn dû wan.    * Di 13'ê Gulanê de jî li Parka Salîh Ozdemîr a Taxa Cûdî ya Êlihê, polîsan bi hinceta ku tevdîrên pandemiyê bin pê kiriye V.S.'yç 15 salî li derê dirêj kiribûn û lêxistibûn.    * Di 1'ê Hezîranê de jî li Taxa Beldeyê, polîsên dewriye digeriyan, bi hinceta ku tevdîrên pandemiyê bin pê kiriye, hewl dabûn zarokekî temenê wî 15-16 salî û navê wî nehat hînbûn binçav bikin. Şêniyên taxê jî dîmenên bûyerê girtibûn. Di dîmenan de derketibû holê ku polîs li zarok xistine, wî li erdê dirêj kirine û ji paş de destên wî kelemçe kirine.    * Di 4'ê Hezîranê de jî li Taxa Merkez Bayindirê ciwanekî ku bi şertê kontrola edlî hatibû berdan û navê wî nehat hînbûn, bi hinceta ku neçûye qereqolê û îmze nedaye, polîsan xwestibû wî binçav bikin. Di dema bûyerê de welatiyan dîmen girtibûn û di dîmenan de kişf bûbû ku ji du polîsan ê çek di destan de derbek bera hewayê daye, paşê berê çekê daye ciwan û bi dû re pehîn lêxistiye û bi çekê li serê wî xistiye.    ‘SEDEM POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ YE'    Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê Devran Yildiz, anî ziman ku li gor daneyên komeleya wan di 10 salên daw, de 5 hezar û 855 kes hatine binçavkirin û 4 hezar û 196 kes jî li nav kuçeyan bi îşkence û muameleya xirab a polîs û notirvanan re rû bi rû mane. Yildiz, destnîşan kir ku sedema zêdebûna tahdeyê polîtîkaya bêcezatiyê ye û tahde û îşkenceya ku polîs û notirvan dikin ne tiştekî nûye û bûyerên di dema qedexeya derketina derve de çêbûne, ji ber ku bêtir li ber çava bûne, ketine rojeva raya giştî.    Yildiz got: "Tirkiye, dewleta polîsan e. Gava polîs mudaxileyî welatiyekî dike, dibêje 'ez dewletê temsîl dikim, ez dewlet im.' Gava wisa dibêje, êdî hûn dibin dewleta polîsan. Ev bilêvkirin, tê wateya ku 'dewleta polîsan' ew erk daye wî polîsî. Ji ber ku dewlet pêşî li ber tahdeyê nagire, tahdeya polîsan zêde dibe."    TEVDÎR   Yildiz, destnîşan kir ku divê li ber tahdeya ku polîs û notirvan dikin tevdîr bên girtin û got: "Ji serokkomar heya bi wezîrê karên navxweyî divê bibêjin kîjan polîs tiştekî wiha bike dê bê îxrackirin û cezakirin. Demildest divê biryarname û qanûnên bêcezatiyê di be rçavan re bên derbaskirin û guherandin. Divê dozger di warê lêpirsînan de xwedîbiryar bin. Divê mekanîzmayên lêpirsînê bi awayekî çalak bên xebitandin."    MA / Fethî Balaman