Nanê xwe ji kevir derdixin 2021-06-10 09:10:08 ŞIRNEX – Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, ji bo ku di avahiyên dîrokî, parq, baxçe û peyarêyan de bên bikaranîn ostayên keviran di bin germa 35 pîleyî de teşe didin kevirên bazalt.  Navçeya Hezexê ya Şirnexê bi kevirên xwe yên bazalt bi nav û deng e û li navçeyê gelek avahî bi van keviran hatine çêkirin. Di demên dawîn de ji bo di avahiyên dîrokî, parq, baxçe û peyarêyan de bên bikaranîn ji deverên cuda yên Tirkiyeyê ostayên keviran tên navçeyê û teşe didin kevirên bazalt. Ostayên ku di bin germa 35 pîleyî de dixebitin keviran bi balyoz û çakûçan dişikînin û li gorî ku tê xwestin biçûk dikin û teşe didine wan. Ostayên ku di bin şertên zehmet de dixebitin rojê tenê 160 TL yewmiye digirin.    HETA ÊVARAN LI BER TAVÊ DIXEBITIN    Ostayê keviran Ethem Ozgu ku ji Sêrtê hatiye navçeyê, diyar kir ku ew bi salan e bi kare keviran debara mala xwe dike û wiha got: “Destpêkê me karê keviran li Îzmîr û Enqereyê dikir. Em nizanibûn ku ev kevir li van deran hene. Piştre em hîn bûn ku ev kevir li vir jî heye. Em bi dîtina vî kevirî gelek kêfxweş bûn. Piştî ku em hatin vir em nêzî malbata xwe bûn. Em keviran di erdên ku kirê dikin de dişikînin. Ji sedî 80'yê kara xwe didin xwediyên erdan.”   SERÊ KEVIRÊ PERE DIGIRIN   Ozgu, da zanîn ku li gorî xwestekê teşe didin keviran û ji deverên ku tên xwestin re dişînin û derbarê taybetiya kevirê bazalt de agahî dan: “Ev kevir di parq û rêyan de tê bikaranîn. Ev kevir ne weke betonê ye. Tu çiqas kedê bidiyê ewqas xweşik dibe. Destpêkê em bi bivir dişikînin û pişt re jî teşe didinê. Beriya niha em 3 kes dixebitin. Lê niha em 10 kes in. Serê kevir em pere digirin. Em carna mehê 3 hezar carna jî 4 hezar digirin.”    'EV KEVIR HUNER E'    Osta Velî Acar destnîşan kir ku kevirê li Hezexê li her derê nayê dîtin û wiha got: “Em serê sibehê seat di 06.00'an dest bi kar dikin û heta êvara dixebitin. Ev kevirê reş ê  peyarê ye. Di berê de mirovan li ser vî kevirî huner kirine. Ev huner he jî didome. Ev kevir pîranî di parq û baxçeyan de tê bikaranîn. Ne sarma li vî kevirî dide û ne jî germ. Tu caran tiştek bi vî kevirî nayê. Kevirê parqê xîz û çîmento ye. Di 2 salan de dihele û diçe. Lê mirov çiqasî vî kevirî bi kar bîne ewqas rind û delal dibe.”   'EM RIZQÊ ZAROKÊN XWE DI VÎ KARÎ DE DERDIXÎN'   Acar, bal kişand ser zehmetiyên kar jî û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Ev 16 sal in ez bi vî karî debara xwe dikim. Me li Îzmîrê dest bi vî karî kir û em li vir didomînin. Em risqê zarokên xwe ji vî karî derdixin. Karekî  giran e. Heta êvarê em li ber tavê ne. Lê dîsa jî em kêfxweş in. Em hewceyî bi tu kesî nabînin û karekî helal dikin. Ji derveyî welat û hûndirê welat jî van keviran ji me dixwazin û em ji wan re dişînin. Debara me li ser vî karî ye. Di rojekî de nêzî hezar kevirî çêbikim rojê 160 lîreyan digirim. Li gorî çêkirina kevir diguhere.”   MA / Zeynep Dûrgût