Bi Hevşaredar Avci re 4 kesên din jî di bin çavan de ne 2021-06-10 09:55:44   KOCAELÎ – Hat hînbûn di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê bi hinceta “Di nav rexistinbûna girtîgehê de cih digirin” daye destpêkirin de bi Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci re 4 kesên din jî di bin çavan de ne.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê ve hatibû destpêkirin de polisan di 8’ê hezîranê de bi ser mala Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci de girtibûn û ew binçav kiribûn. Hat hînbûn ku bi Avci re 4 kesên din jî hatine binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin navê wan wiha ne; Zehra Guçen, Dilşa Kocakaya, Gazal Dîlek û Tulay Demîr. Her çar kes jî bi Avci re li Miduriyeta Polisan a Kocaeliyê tên ragirtin.    Hat hînbûn lêpirsîn ku biryara nenepiyê  li serê heye bi hinceta “Di nav rexistinbûna girtîgehê de cih digirin” hatiye vekirin. Parêzer Kûreyş Bilgîç, diyar kir ku li bendê ne Avci û her çar kesên pê re hatine binçavkirin piştî îfadeyên xwe yên miduriyeta polisan derkevin edliyeyê.