Pêşmergeyê berê: PDK ji dewleta tirk re nokertiyê dike 2021-06-10 11:09:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşmergeyê berê Celal Abdulah bertek nîşanî operasyonên Tirkiyê ku PDK jî tevlî bûye da û helwesta PDK’ê weke “cehştî” û “nokertiyê” bi nav kir.   Operasyona ku Tirkiyê di 23’yê Nîsanê de li Herema Kurdistana Federe da destpêkirin hem ji bejahî hem jî ji hewayî didome. Li gel operasyonên Tirkiyê, PDK’ê hêzên xwe li Metînayê bi cih kirin û li herema operasyonê weke “Hêza bejahiyê ya Tirkiyeyê” tevdigere û piştevaniya leşkerên Tirkiyê dike. Bertekên li dijî vê yekê mezin dibin. Pêşmergeyê berê Celal Abdulah jî bertek nîşanî PDK ya ku tevlî “operasyona tesfiyeyê” ya Tirkiyeyê ku Amerîka jî piştevaniya wê dike bû, da.    ‘TIŞTA MALBATA BARZANÎ DIKE DÎROK DINIVÎSÎNE’   Pêşmergeyê berê Celal Abdullah li ser mijarê ji Rojnews’ê re axivî. Abdulah diyar kir ku li dijî tevlîbûna PDK’ê ya operasyonê ye û wiha got: “Di dema xwe de min li dijî rejîma Baas çek rakir, ger ez niha ciwan bûma, min ê niha jî li dijî dagirkeriya tirk çek rakiriba û şer kiriba.” Abdulah bal kişand ser hêzên Gulan û Zêrevanî ên girêdayî malbata Barzanî û di çarçoveya bernameya “perwerde û teçhîzatkirin” de li Tirkiyeyê hatin perwerdekirin û wiha axivî: “Dîrok tiştên ku malbata Barzanî û dewleta tirk dikin tomar dike. Xistina tevgerê ya hêzê ji aliyê PDK’ê ve ti şiroveyek wê nine, ev cehşayetî û nokertîkirina ji bo dewleta tirk a faşîste. Çawan ku berê cehş hebûn, niha jî PDK bi heman awayî li pêşiya artêşa Tirk a dagirker dikeve û cehşayetiyê jêre dike.” Celal Abdullah destnîşankir ku ew li dijî wan aliyên ku hêsankarî û hevkariya dewleta tirk dikin û got: “Ev tişta ku binemala Barzanî ji bo Tirkiyeyê dike di dîrokê de tê nivîsandin.”