Civata Giştî ya HDK’ê dest pê kir 2021-06-10 11:46:22 STENBOL - Civata Giştî ya Asayî ya 11’emîn a HDK'ê bi beşdariya sedan kes dest pê kir.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) 11’emîn Cıvata Giştî ya Asayî li eywana Şahiyê ya Mîra Palas a li navçeya Avcilara Stenbolê li dar dixe. Li eywana civatê pankartên wek “Li her cihî em bi hev re li ber xwe bidin, xwe bi rêxistin bikin, em meclîsên xwe ava bikin wê jiyana nû bi ser bikeve”, “Pandemî banga jiyana nû dike”, “Qeyûmên danîne ser şaredariyan û zanîngehan wê bi berxwedanê biçin”, “Tûgleyê bikişîne bila dewleta zilam hilweşe, tûgleyê bikişîne bila dewleta mafya hilweşe”, “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, kes nikare aştiyê tecrîd bike” û “Kes nikare Kongreya Gelan asteng bike, kes nikare Partiya Gelan bigire” hatin daliqandin. Her wiha pankarta bi 11 zimanan “Hûn bi xêr hatine” hat nivîsandin jî li eywanê daliqandin.    Hevberdevkên HDK’ê Îdîl Ûgûrlû û Sedat Şenoglu, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Parlamenterê TÎP’ê Bariş Atay, Hevberdevkê HDK’ê yê berê Onûr Hamzaoglu, parlamenterên HDP’ê û gelek kes beşdarî civatê bûne.     Civatê piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê dest pê kir û bi axaftinan didome.